Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook
Here naverokê

Artemîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Artemîs
Ἄρτεμις
Perestvandînê Yewnanistana kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstHades Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Wekhev
Diana, Anahit, Artio, Heyv, Awilix Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Artemîs (bi yewnaniya kevn: Ἄρτεμις, lat. Artemis) di mîtolojiya yewnanî xwedawenda nêçîr û heyvê ye. Bavê wê Zeus, diya wê jî Lêto ye. Cêwikê wê jî xwedawend Apolon e. Li Mîtolojiya romayî de wekî Diana tê zanîn. Li gorî Hêsîodos Artemîsê tîr diavêt e.

Çanda Civaka Kevnar de Artemîs

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ew jî birê wê Apolon jî ji bilî Yewnanistanê piranî wek xwedawendên Anatolyayê tên hesibandin. Lê forma Artemîsê yên seretayî hinek din jî kevintir e. Dibê ku çavkaniya baweriya Artemîsê, hebandina Kîbelê û Îsîs bû.[1] Ji ber ku her sê jî mê bûn û sembola wan xezal bû. Dihat bawerkirin ku ew bereketê didin.

Perestgeha wê herî mezin li bajarê Efesosê bû. Ev perestgeh heman demê de di nav Heft nuwazeyên cîhanê ye. Ev perestgeh bi navê Perestgeha Artemîsê ya Efesosê tê zanîn. Di sala B. Z 550ê çêkirina perestgehê dest pê kiriye. Ev perestgeh 127 stûnan pêk dihat. Di nav perestgehê peykerekî mezin yên xwedawendê hebû. Niha ji xeynî stûnan ti tişt ji perestgehê nemaye.

Di Mîtolojiyê da Rolên Artemîsê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Artemîs rojek beriya cêwikê xwe Apolonê ji dayîk bû. Roja din alîkariya zayîna cewika xwe kir. Piştî dîtina zayîna birayê xwe û êşa dîya xwe soz da ku tu car nezê û her tim keçinî bimîne.
  • Her du cêwik jî pê kevan û tîrê hatibûn çekdar kirin. Tîrêjên rojê sembola Apolonê, yên heyvê ya Artemîsê ye.
  • Di despêka Şerê Troyayêyê da Key Agamemnon xezalekê Artemîsê kuştibû. Artemîs ji vê yekê gelek aciz bibû nedihişt ba rabe û keştiyên Akayan biçin Troyayê. Ji bo ku naletê rake Agamemnon hewl da ku keça xwe Îfîgeniayê qurbanî Artemîsê bike. Lê di dawiyê da Artemîs ji bo qurbankirinê xezalekê da Agamemnonê, Îfîgeniayê jê stand û dotmîrê di perestgehê Taurisê da kir rahbik.
Qurbankirina Îfîgeniayê
  • Li gorî gotinek Artemîs, Orîonê ku hewl dabû destdirêjî wê û rêhevalê wê bike kuşt.[2]
  • Rêhevala Artemîsê, Kalîsto ji Zeusê re têkiliyên cinsî kir. Soza keçiniyê xera kir. Artemîs vê yekê efû nekir, Kalîstoyê kire hirç.
  • Niobeyê diya 6 an go 7 keçan bû, ji Lêtoyê re forsa xwe kir. Digot ez bi awaya zayokî ji Lêtoyê çêtir im. Keça Lêtoyê Artemîsê vê yekê qebûl nekir hemû keçên Niobeyê bi dijwarî kuşt.
  • Demekî Artemîsê di nav licekî sere xwe dişûşt, nêçîrvan Aktîon xef temaşe wê kir. Artemîsê ji vê yekê agahdar bû. Aktîonê kirê şiklê xezalekê û wî avêt ber pêncî segê. Pêncî seg nêçîrvan Aktîonê perçiqand.
NavneteweyîNeteweyîYên din