Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook
Here naverokê

Partiya Civaka Demokratîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Partiya Civaka Demokratîk
  • Partiya siyasî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Partiya Civaka Demokratîk Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Partiya Civaka Demokratîk
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnêLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
DamezrînerLeyla Zana, Orhan Doğan, Hatip Dicle, Selîm Sadak
SerokLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê baregehêLi ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdeolojiya siyasîSosyaldemokrat û kurdperwer
Malperwww.dtp.org.tr/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Partiya Civaka Demokratîk (bi fermî: Demokratik Toplum Partisi, bi kurtî: DTP) partiyeke kurdan li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye.

Serî de wekî Tevgera Civaka Demokratîk (Demokratik Toplum Hareketi) xwe birêxistin kir. Ev partî rê û mîsyona HEP, DEP, HADEP, DEHAPê dişopîne û pirsgirêka kurd wekî pirsgirêka herî mezin û herî girîng a Tirkiyeyê dibîne û li çareseriya wê digere. Bo cara yekem pergala "heman serokatî"yê xistiye nava birêvebiriya partiyên Tirkiyê. Aysel Tuğluk û Ahmet Türk heman-serokên pêşîn in. Paşê Ahmet Türk û Nurettin Demirtaş serokatiya vê partiyê kirin. Piştî ku Nurettin Demirtaş hate girtin û jibo leşkeriya tirkan hate birê kirin, Ahmet Türk û Emîne Ayna serokatiya DTPê kirin. Paşê Emîne Ayna bi wekalet serokatiya DTPê û serokatiya grûba DTP-ê a parlamena Tirkiye kir.

Di Kongreya partiyê ya duyem de, ku di 20ê tîrmehê 2008a li Enqereyê hate lidarxistin, Ahmet Türk û Emîne Ayna bûn serokê DTPê.

Di hilbijartinên herêmî yên 29ê adara 2009a de DTP hejmara şaredariyên xwe ji 56a hilda 98a û bi vê yekê serkeftî ji van hilbijartinan derket.

Di roja 11.12.2009an de ji aliyê Dadgeha Yasaya Bingehîn a Tirkiyeyê ve hat girtin û ji damezênerê Ahmet Türk, Aysel Tuğluk û Leyla Zana re heyta 5 salan siyaset hate qedexe kirin.

NavneteweyîNeteweyî