Portal:Jînenîgarî
Portalên Wîkîpediya: Dîn • Dîrok • Erdnîgarî • Huner • Jînenîgarî • Matematîk • Teknolojî • Zanist
Portala Jînenîgariyê
Jînenîgarî, biyografî (gr. βιογραφία, ji βίος bíos „jiyan“ û grafîk), ji bi rêkûpêk nîgarkirina jiyana (jîna) kesan re tê gotin.
Biyografî dikare bi nivîskî yan gotinî be. Cureyek wê jî xwejînenîgarî (otobiyografî) ye. Otobiyografiyê mirov bi xwe, li ser xwe çêdike. Yan jî qet nebe pirraniyê bi xwe dike.
Zû de ye jînenîgarî tên amadekirin. Di dema Greka antîk de biyografî dihatin nivîsandin.
Di biyografiyê de sîstematî, birêkûpêkî girîng e. Mirov nikare bêî sîstematîkên jînenîgariyekê binivîsîne. Di jînenîgariyê de bûyer û demên girîng tên tomarkirin. Mirov nikare tiştên ne girîng in û bêwate ne binivîsîne. Biyografiyeke baş ji ristinên rastegînî pêk tên. Tomarkirinên farazî û razber, nirxê jînenîgariyekê kêm dikin. Helbet ev prînsîp ne ji bo berhemên wêjeyî ye.
Di jînenîgariyan de bo mînak behsa jidayîkbûn, perwerde, pîşe, marîbûn (zewac), mirin, berhem, tecrûbeyên jiyanê, bûyerên girîng ûêd tên tomarkirin.
Prînsibeke din jî ew e ku biyografiyek divê tevahiya jiyana kesê rabixe ber çavan. Mirov nikare bo mînak tenê behsa zaroktî yan çend salên perwerdeya yekê bike.
Biyografî divê bi xwe neyê nivîsandin. Heger bê nivîsandin dibe xwejînenîgarî. Qîmeta jînenîgariyê ji ya xwejînenîgariyê bilindtir e.
Li Kurdistanê dengbêj bi hostayî jînenîgariyen vedibêjin. Ew viya bi gotin û stranê dikin. Di biyografiyên dengbêjan de sîstematîkek taybet heye. Bo mînak ne dem û katjimêrê, bûyerên girîng birêkûpêk dirêsin. (Gotarê bixwînê...)
Gotarên Jînenîgariyê
Wêneyên gotarên jînenîgariyê
Di dîrokê de îro
Bûyer
- 1846 – Hêzên amerîkî bi serokatiya Zachary Taylorê bajarê Monterrey a Meksîkê bi dest xistin.
- 1950 – Şerê Koreyê: Hêzên Neteweyên Yekbûyî bajarê Sêûlê bi dest xistin.
- 1962 – Komara Demokratîk a Xelkê ya Cezayirê bi awayekî fermî hate ragihandin. Ferhat Abbas wek serokdewletê demkî hate hilbijartin.
- 1964 – Li Mozambîkê şerê serxwebûnê a li hemberî Portûgalê dest pê kir.
- 1981 – Belîze tevlî Neteweyên Yekbûyî bû.
Jidayîkbûn
- 1683 – Jean-Philippe Rameau, bestekarê fransî (m. 1764)
- 1816 – Georg August Rudolph, siyasetmedarê alman (m. 1893)
- 1897 – William Faulkner, şair û nivîskarê amerîkî, xwediyê Xelata Nobelê
- 1930 – Shel Silverstein, şair û nivîskarek amerîkî
- 1986 – Ryu Jun-yeol, lîstikvanê koreyî
Mirin
- 1777 – Johann Heinrich Lambert, zanyarê alman (z. 1728)
- 1918 – Mikhail Alekseev, generalê rûs (z. 1857)
- 1970 – Erich Maria Remarque, nivîskarê alman (z. 1898)
- 2003 – Edward Said, nivîskar û teorîsyenê wêjeyê
- 2011 – Wangari Maathai, zanista xwediya Xelata Nobelê