Recep Tayyip Erdoğan
Recep Tayyip Erdoğan (jdb. 26ê sibata 1954an, Kasımpaşa, Stembol), siyasetmedarekî tirk (AKP) e û ji 28ê tebaxa 2014an ve donzdehemîn serokkomarê Tirkiyê ye. Damezrênerê AKP (Adalet ve Kalkınma Partisi - Partiya dadmendî û bipêşketinê) ye. Wî bi salan serokatiya şaredariya Stembolê kiriye. Di nava partiyên Necmettin Erbakan de dest bi polîtîkayê kiriye. Ango siyaseta tirk-îslamê dike.[çavkanî hewce ye]
Li Rizeyê zarokatiya xwe boriye. Bingeha malbata wî ne tirk e. Dibistana amadeyî di dibistana nîv-olî de diqedîne. Piştre Zanîngeha Marmarayê de beşa zanînên aborî û bazirganiyê diqedîne. Di yaneyên amatorî de 16 salî futbolê dileyîze.[çavkanî hewce ye]
Ji ber axaftinek xwe tê darizandin û bi qasî 5 mangî di zîndanê de dimîne. Hêdî hêdî riya wî ji Erbakan diqete û di nava tradîsyona partiyên tirk-îslamê de riyeke nû vedike. Ew dixwaze îdeolojiya tirk-îslamê bi lîberalîzmê ve girê bide. Ev siyaset wî û partiya wî a nû bipêşdixe.
Di hilbijartinên 3ê çiriya paşîn a 2002an de bi ser dikeve û bi dengdaneke mezin tê ser desthilatdariyê. Serî de dixwaze hin gavan bavêje, lê pirsgirêka Kurdistanê zû rengê wî jî nîşandide. Herçendî di axaftineke xwe ya li Amedê bo çareseriya pirsgirêka kurd hin sozan dide jî, liser pêkutiyên artêşê ji mêj şûn ve gavan davêje. Heta bigire ji artêşê bêhtir gotinên li dijî Kurdan bilêvdike.
Gotinên Erdoğan ên derbarê kurdan de
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Heger hûn pirsgirêka kurd nefikirin, pirsgirêk jî nîne.[çavkanî hewce ye]
- Heger li Arjentînayê jî Kurdistanê damezirînin, emê hilweşînin.[çavkanî hewce ye]
Siyaseta wî ya nû ji aliyê YE û DYAyê ve tê pesindan. Ev yeka han dibe sedem ku li dijî artêşê hinde qîmeta wî bilind be. Artêş li dijî Erdoğan nerazîbûnên xwe tîne zimên. Çepgîr û rastgîrên tirkan li dijî wî û partiya wî têdikoşin û wî wekî "kesê ku li dijî berjewendiyên dîrokî yên neteweyî" destnîşan dikin.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Wikimedia Commons medyayên di warê Recep Tayyip Erdoğan de hene
- Malpera fermî ya Erdoğan Girêdana arşîvê 2014-03-11 li ser Wayback Machine
Meclisa Mezin a Neteweyî
(1920–1923)
(1923–2018)
- İsmet İnönü
- Celâl Bayar
- Refik Saydam
- Ahmet Fikri Tüzer
- Şükrü Saracoğlu
- Recep Peker
- Hasan Saka
- Şemsettin Günaltay
- Adnan Menderes
- Cemal Gürsel
- Emin Fahrettin Özdilek
- Suat Hayri Ürgüplü
- Süleyman Demirel
- Nihat Erim
- Ferit Melen
- Naim Talu
- Bülent Ecevit
- Sadi Irmak
- Bülend Ulusu
- Turgut Özal
- Ali Hüsrev Bozer
- Yıldırım Akbulut
- Mesut Yılmaz
- Tansu Çiller
- Necmettin Erbakan
- Abdullah Gül
- Recep Tayyip Erdoğan
- Ahmet Davutoğlu
- Binali Yıldırım
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |