Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktorê Biden Dibêje Rewşa Saxlemîya Serok Baş E


Kevin O’Connor, doktorê Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê ragihand ku rewşa saxlemîya Biden baştir bûye û ew niha dikare egsersîzên xwe yên rojane bike.

Dr. O’Connor da zanîn ku semptomên Biden yên ji COVID-19 niha bi tevahî derbaz bûne û rewşa saxlemîya wî rind e.

Dotoran doza pêncan û ya dawî ya dermana Paxlovid şeva Yekşemê dabû Biden ku pêşî li nîşaneyên giran yên COVID-19 bigirin.

Îro, roja pêncan ya Biden e ku ji kesên din dûr digire û li ber e ew sibê Çarşemê careke din testekê virusê bike.

Dr. Ashish Jha, kordînatorê tîma COVID-19 yê Qesira Sipîgotibû ku ger testa Biden neyênî derkeve, serok dixwaze careke din bizivire ser kar.

XS
SM
MD
LG