Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CPJ Dibêje Divê Rojnamevan Ferman Demûdest Were Berdan


Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) bi daxuyanîyeke nivîskî ji karbidestên Revebirîya Xweser ya li Bakurê Sûrîyê xwest ku rojnamevan Berzan Ferman demûdest berde û dawî li rawestandina lîsansa tora medya ya Rudawê bînin.

"Divê desthilatdarên Bakurê Sûrîyê demûdest rojnamevan Barzan Ferman berdin, yan jî cîhê wî û sedema girtina wî eşkere bikin," lêkolînerê payebilind yê CPJ Yeganeh Rezaian got.

CPJ dîyar kir ku rojamevan Ferman li bajarê Qamişlo di danê nîvro ya 2yê Tebaxê ji alîyê hêzên Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) ve hatiye desteser kirin ku di Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê de partîya desthilatdar e.

“Partîya Yekîtîya Demokratîk divê dest ji kiryarên xwe yên sansurê yên dijî tora Rûdawê berde û rê bide ku ew bi awayekî azad û ewle kar bike,” Rezaian got.

CPJ da zanîn ku ev ji hêla Rudawê û xwişka rojnamevan Berzan, Hamalin Ferman ve hatine agahdar kirin.

CPJ herwiha ragihand ku Hamalin Ferman bi rêka telefonê ji wan re got ku karbidestan eşkere nekiriye ku rojnamevan li ku derê tê ragirtin yan jî sedema desterserkirina wî çi ye.

Wê gotiye ku birayê wê li ofîsa Rûdawê ya li Qamişlo bû, dema ku sê endamên Asayîşê yên rûgirtî, ku yek ji wan bi çek bû, ew bi qamyoneke sipî bir cîhekî nedîyar.

“Wek malbat haya me ji ti gefên dijî Berzan tune ye, lê, dibe ku wî ev yek veşartî hiştibe. Me rewşa Berzan ji karbidestên xwecîhî û hêzên ewlkarîyê pirsî, lê ti bersîv negirtiye,” CPJ ji zarê Hamalin Ferman ragihand.

CPJ herwiha got ku wan bi berdevikê Asayîşê, Ebdullah Sadun re jî axifîne û wî gotiye ku bi malbata rojnamevan re peyivîye, lê zêdetir daxuyanî nedaye.

CPJ bi bîr xist ku Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê di 5’ê Sibatê, bi îdiaya belavkirina "nefret û ragihandina nerast" lîsansa tora medya ya Rudawê û lîsansa karmendên wê rawestandibû.

CPJ dîyar kir ku li gor lêkolînên wan Rudaw girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê û Partîya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) ya li bakurê Îraqê ye û ofîsa wê ya sereke li paytexta Kurdistana Îraqê Hewlêrê ye.

CPJ bi berdewam destnîşan kir ku Rudaw ji alîyê cîgirê serokê PDK’ê û serokê herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî ve tê fînanse kirin.

XS
SM
MD
LG