Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenterê HDP'ê Ozguneş Behsa Serdana Xwe ya Şengal û Mexmûrê Dike


Dîmeneke ji serdana şandeya HDP ya herêma Şengalê û Kampa Mexmûrê ya penaberan li Herêma Kurdistanê ya di navbera 8 û 12’ê Sibata 2022'an de
Dîmeneke ji serdana şandeya HDP ya herêma Şengalê û Kampa Mexmûrê ya penaberan li Herêma Kurdistanê ya di navbera 8 û 12’ê Sibata 2022'an de

Çar parlamenterên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) wek şandeyeke di navbera 8 û 12’ê Sibatê de, serdana Şengal û Kampa Mexmûrê ya penaberan li Herêma Kurdistanê kirin, rêzeke civin û hevdîtin pêk anîn.

Serdana şandeya HDP'ê, piştî êrîşên artêşa Tirk yên ser herêma Şengal û Kampa Mexmûrê li Herêma Kurdistanê û herwiha ser herema Dêrikê ya li bakur û rojhilata Sûrîyê, pêk hat.

HDP'ê armanca serdana şandeya xwe wêk lêkolînkirina rewşa wan herêman û balkişandina wan êrîşan dîyar kir.

Şandeya HDP'ê ji parlementer û hevberdevika karên derve ya HDP'ê Feleknas Uca, parlemanterê Şirnexê Hasan Ozguneş, parlemanterê Stenbolê Hûda Kaya û parlemanterê Îzmîrê Murat Çepnî pêk dihat.

HDP'ê li navenda xwe ya giştî ya li Enqerê roja Çarşemê di derbarê serdana xwe ya Şengal û Maxmûrê de, bi preskonferansekî raporteke pêşkêşî raya giştî kir.

HDP'ê da zanîn wan bi raportê armanc dikin ku çavdêrîyên parlementerên xwe, encamên civîn û hevdîtinên bi sazîyên sîvîl, sîyasî, rûsipî, kesayetî û gelê li her du hereman bidin zanîn, da ku hem rewşên niha yên Şengal û Maxmûrê û hevdem nêrîn, gazinc û daxwazên gelên wan dîyar bin.

Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş jî yek ji endamê şandeyê bû û di amadekirina raporta HDP'ê de cîh girtiye.

Hasan Ozguneş ji Dengê Amerîka re ser sedem, naverok û encamên wê serdanê û raportê axivî.

Ozguneş ji Dengê Amerîka re ragihand ku armanca wan gohdarakirina nûnerên sîvîl, sîyasî û rasterast gelên Şengal û Maxmûrê bû.

Wî destnîşan kir wan xwestiye cîhên ku hatine êrîş kirin bi çavên xwe bibînin û şahidîya her du hereman jî tomar bikin.

“ Armanca me ew bû ku em dijwarîyên ku gelên me yên li wan deran rûbirûne bi çavên xwe bibînin, wan raste rast gohdar bikin, pirsgirêkên wan yên sîyasî, civakî, aborî û her wiha rewşa wan ya jiber êrîşên Dewleta Îslamî (DAIŞ), Tirkîyê tespit kirin bû. Hevdem me xwest ku em pirsgirêkên ku bi piranî ji hêla hêzên din yên wek Hikûmeta Federal Îraqê û ya herema Kurdistanê têne pêş wan bibînin, ” Ozguneş got.

Ozguneş ser bingeha çavdêrî û agahîyên ku wan bi dest xistiye, rewşa herî dawî ya li Şengal û Kampa Maxmûrê kir.

Ozguneş da zanîn ku gelê Şengalê êrîşên DAIŞ'ê yên 2014'an wek

Fermana qetilkirina wan ya cara 74'an bi nav dikin û ew gazinca dikin ku di wê demê bi rengekê xurt nehatine parastin.

Ozguneş dîyar kir ku gelê Şengalê daxwaz dike ku jenosîda dijî Êzîdîyan ku ji hêla DAIŞ'ê ve hatiye kirin, di qada navneteweyî were naskirin.

Wî ragihand ku gelê Şengalê ji wan re daye zanîn ku hîn xeterîya DAIŞ'ê ya ser wa berdewam dike û her wiha şert û mercên 13 kampên ku ew niha dijîn ne rekûpêk in.

Hevdem, Ozguneş anî ziman ku gelê Şengalê ji êrîşên Tirkîyê gelek aciz in.

“ Ew dibêjin ku em wek gel Êzîdî ne hemberî dewleta Trik in, ti tehdîta me ser wan tuneye. Lê, balafirên wan zarokên me dikujin,nexweşxaneyên me bomberan dikin.hevserokê meclîsa Şengalê kuştin û di zarokên wî birîndar kirin,” Ozguneş got.

Dîmeneke ji serdana şandeya HDP ya herema Şengal û Kampa Mexmûrê ya penaberan li Herêma Kurdistanê ya di navbera 8 û 12’ê Sibata 2022'an de
Dîmeneke ji serdana şandeya HDP ya herema Şengal û Kampa Mexmûrê ya penaberan li Herêma Kurdistanê ya di navbera 8 û 12’ê Sibata 2022'an de

Herwiha, Ozguneş di derbarê rewşa Kampa Mexmûrê ya penaberan li Herêma Kurdistanê agahî da Dengê Amerîka.

“ Tevahîyên gelê Mexmûrê di 1993’an de jiber givaştin û êrîşên Tirkîyê revîne û çûne Mexmûrê. Niha li vê heremê zêdetirê 13 hezar mirov dijîn.

Xelkê Mexmûrê dibêje ku ji 2018’an vir de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûr nade mirov bo xebatê herin bajaran, nahêlin ku xwendevan biçin zanîngeha û her wiha ew di gelek waran de rastî astengîyan tên, wek mînak nikarin biçin nexweşxaneyan jî.”

Ozguneş bi berdewamî eşkere kir ku gelê Mexmûrê jî bi sedema êrîşên Tirkîyê metirsîdar in.

Karbidestên Tirkîyê ku bi dubarekî dibêjin ku ew bi wan êrîşan ne sivîlan lê bingeh, çeper û navendên PKK'ê û KCK'ê armanc dikin.

Li ser pirsa Dengê Amerîka- gelo rapora we ser wê daxuyanîyana çi dibêje yan jî hun di serdana xwe de geheştin kîjan encaman? - Ozguneş got ku gotarên dewelta Tirk ne ras tin.


“Hikûmeta AKP'ê partîyeke wek me HDP' ê û heya ku yên ku silavê didin me jî wek terorîst bi nav dike. Hema kî ji wan re stûyê xwe daneyne, ne bi wan re be, dibe terorîst,” Ozguneş got.

Herî dawî Ozguneş anî ziman ku di encama serdana wan de xala herî girîng ya ku derketiye pêş ewê:

“Gelên Şengalê û Mexmûrê ji Neteweyên Yekbûyî(NY), Amerîka, Ewrupa û hêzên din yên cîhanê dixwaz dikin ku jibo pêşîgirtina li zêdetir êrîşên esmanî û dronî yên dijî wan ji hêla Tirkîyê ve tevbigerin,” Ozguneş got.

Hêjayî balkişandinê ye ku heta niha karbidestên Tirkîyê ser daxuyanîyên HDP yên giredayê serdana Şengalê û Mexmûrê û her wiha ser raporta wê ya ser mijarê ti daxuyanî nedaye.

Hevdem, Wezareta Derve ya Tirkîyê jî bersiva daxwaza Dengê Amerîka ya şirovekirin yan eşkerekirina helwest û nêrînên Tirkîyê yên ser mijarê, nedaye.

Hûn dikarin tevahîya raportê li ser lînka jêr guhdarî bikin.

Parlamenterê Şirnexê Hasan Ozguneş bahsa Serdana Şengal û Kampa Mexmûrê ya HDP'ê dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:18:57 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG