Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HezKurd Ser Rewşa Zimanê Kurdî li Tirkîyê Raporteke Taybet Diweşîne


Jineke Kurd bi nivîsa "Zimanê min qedexe mekin!" beşdarî pîrozbahîya Roja Aştî ya Cîhanî dibe (Amed, Îlon 1, 2009)
Jineke Kurd bi nivîsa "Zimanê min qedexe mekin!" beşdarî pîrozbahîya Roja Aştî ya Cîhanî dibe (Amed, Îlon 1, 2009)

Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) bi navê “Polîtîkayên Komara Tirkîyê ya Ser Zimanê Kurdî” raportek li ser zimanê Kurdî amade kir.

HezKurdê di nav 23 xalan de nêrîna Tirkîyê li ser zimanê Kurdî dîyar kir. Di raportê de hate ragihandin ku Tirkîye careke din vegerîye ser eyarên fabrîqayê.

HezKurdê ev raportê wê bi zimanê Kurdî, Tirkî û Îngilizî bike pirtûkok û pêşkêşî partîyên li meclîsê bike. Îngilîzîya vê raportê jî wê ji Neteweyên Yekbûyî, Parlementoya Ewrupa û rêxistinê sîvîl yên Ewrupî re bişîne.

Di raportê de tê gotin ku di dema Osmanîyan de sîstemeke pirentnîkî, pirzimanî, pirolî, pirmezhebî, pirçandî hebû, lê di dema Komara Tirkîyê de ev hemî hatin rakirin.

Di raportê de li ser nêzîkbûna Kemalîzmê ya ser zimanê Kurdî jî tê rawestandin û ev yek jî wiha tê rexnekirin:

“Piştî ku sîstema Kemalîzmê hat îlan kirin, li ser zimanê Kurdî bi tevahî înkar, qedexekirin û sansur kete dewreyê. Kesên ku Kurdî peyîvîn ji wan re cezayên peran hatin birîn. Bi biryara meclîsê li dibistan, nexweşxane, şaredarî û dadgehan Kurdî tevahî hate qedexe kirin.”

Piştî ku Zagona Bingehîn ya sala 1924’an hat îlan kirin Kurd û zimanê Kurdî di warê qanûnî de yekser hate red kirin.

“Dema di sala 1924’an da Zagona Bingehîn hate pejirandin Kurd û Kurdî yekser tune hatin dîtin. Kurd wek ‘Tirkên Çîyayî” hatine hesibandin û Kurdî jî wek zaraveke Tirkî hate dbi nav kirin. Gava Tirkî derxistin pêş wê demê xwastin Kurdi jî tune bikin.”

Di raportê de dema Komara Tirkîyê hatiye damezirandin heta vê demê polîtîkayên ku li ser Kurdan pêk hatine bi kurtahî wiha tê dîyar kirin:

· Piştî derbeya 27 Gulanê 1960’ê Serokomar Cemal Gursel gotîye, “Wek miletekî Kurd miletek tuneye. Yên ku bêjin Kurd tifî rûyê wî bikin.

· Di navbera salên 1970-1992’yan de partîyên ku behsa Kurdan kirin û mafên Kurdan parastine wek TÎP, TEP, TBKP, SP, ew partî ji alîyê dewletê ve hatin girtin.

· Di 5’ê Gulanê 1972’yan de Qanûna Nifûsê hatiye derxistin. Di vê derê de navê Kurdî li zarokan kirin hate qedexe kirin.

· Piştî derba leşkerî ya 12 Îlonê 1980’an, gava Zagona Bingehîn di sala 1982’yan de hete çêkirin, ew dem hate gotin ku “Zimanê dewletê Tirkîye… Xeyrî Tirkî ti zimanekî din di perwerdeyê de ne pêkan e ku were bikaranîn.” Ev yek jî Kurdî tevahî înkar kir.”

· Di navbera salên 1990-2010’an de gelek partîyên Kurd jibo ku mafên Kurdan diparêzîn hatin girtin.

· Di navbera salên 2001-2009’an de, ji ber beşdarbûna Yektîya Ewrupayê hin reform hatin çêkirin, jiber vê jî hin astengên pêşîya Kurdî hatin rakirin. Lê dîsa jî li ser zimanê Kurdî hin astengî ji alîyê dewletê ve bi tundî berdewam kirin.

· Di sala 2009’an de dema “Projeya Biratî û Yektîya Netewî” hate ragihandin û di sala 2013’an de jî “Pêvajoya Aşitîyê” destpê bû hin astengên li pêşîya zimanê Kurdî hatin rakirin. Di 1’ê Rêbendan 2009’an de TRT-6 (TRT-Kurdî) hate vekirin. Paşê li pêşîya xwendina xûtbê astengî hate rakirin. Di sala 2012’an de jî malpereke bi navê www.trtxeber.com dest bi xweşanê kir. Di 1’ê Îlonê 2013’an de jî li Ajansa Anatolîyê de weşana Kurmancî û Soranî destpêkir.

· Di sala 2009’an de li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê zimanê Kurdî fermî kete zankoyan. Piştî vî jî li Zanîngeha Dîcle, Çewlig, Wan û Mûşê vebûn. Lê di sala 2021’an de bi rêznameyeke, li Zanîngeha Dîcleyê, ev mafana tevahî ji holê hatin rakirin.

· Di sala 2012’an de di dibistanê serate de dersa bijarte ya “Ziman û Zareveyên Zindî” destpê kir. Xwendevanên Kurd jî bi Zazakî û Kurmancî dikaribûn van dersan bibijêrîn. Dema di sala 2015’an de pêvajoya aşiçtîyê hate xira kirin, di bijartina van dersan de jî kêmbûn çêbû.

Di raportê de tê ragihandin ku piştî sala 2015’an de dewletê car din rûyê xwe yê otorîterîzmê derxist pêş û ev mafên ku hatibûn dayîn bi şiklekê hatin asteng kirin. Li gor raportê dewlet careke din vegerîya ser eyarên fabrîqayê û bi polîtîkaya netewperest dest bi înkarkirina mafê Kurdan kir.

ED_11_08_2022_Raporta_HezKurd_Ziman
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:24 0:00

XS
SM
MD
LG