Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanyar: Cara Yekê Jinek Piştî Veguhestina Şaneyên Kok ji HIV'ê Xilas Dibe


Dîmenek bo piştvanîya nexweşên AIDS'ê û Roja Cîhanî ya AIDS'ê (Arşîv).
Dîmenek bo piştvanîya nexweşên AIDS'ê û Roja Cîhanî ya AIDS'ê (Arşîv).

Rêxistina Civata Navnetewî ya AIDS'ê dîyar kir ku nexweşeke Amerîkî bûye jina yekê û mirova sêyan ku heta îro ji nexweşîya HIV'ê xelas dibe, piştî veguhestina şaneyeke kok ji kesekî ku bi xwezayî dîjî vîrusa dibe sedema AIDS'ê parastî bû.

Seroka rêxistinê Sharon Lewin got ku "ev niha testa sêyan ya dermankirina serketî ye û ya cara yekê ye jibo jinekê ku bi nexweşîya HIV'ê dijî."

Ev encama ser nexweşa jin ya navûsere, ku nijada wê tevlîhev e, di "Konferansa Vîrûsên Dubarekirî û Kulbûnên Derfetzan" de li bajarê Denver yê Amerîkayê hate pêşkêş kirin.

Hevdem, zanyaran eşkere kir ku di pêvajoya dermankirinê de bo cara yekê kordona navzîk jî hatiye karanîn, ya ku nêzîkîyeke nûtir e û dibe ku bi vê rêkê bo bêtir kesan dermankirin were peyda kirin.

Zanyaran destnîşan kir ku jina ku nexweşa AIDS'ê bû piştî temambûna pêvajoya dermankirinê, ev 14 meh in ku baş e û ji vîrusa HIV'ê bêpar e, bêyî pêwîstîya dermankirinên xurt ku mîna terapîya antîretroviral têne zanîn.

Du kesên berê mêr bûn: yek sipî û yek jî Latînî, ku şaneyên kok yên mezinan wergirtine û baş bûne. Ev şane pir caran di veguhestina naveroka hestî de têne bikar anîn.

"Bi hev re, ev her sê bûyerên dermankirina veguhestina şaneya kokê ya piştî dermankirinê hemî dibin alîkar ku hêmanên cuda yên veguhestinê yên ku bêguman bo dermankirinê serekî ne, derkevin holê," Lewin got.

Ev xebat beşek e ji lêkolîneke mezin ya bi piştgirîya Amerîka, bi rêberîya Dr. Yvonne Bryson ji Zanîngeha California Los Angeles (UCLA) û Dr. Deborah Persaud ji Zanîngeha Johns Hopkins ya li Baltimore hatiye kirin.

XS
SM
MD
LG