Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu Soza Ronîkirina Komkujîya Roboskî Da


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li gundê Roboskî yê Şirnexê, 4 Tebax, 2022.
Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li gundê Roboskî yê Şirnexê, 4 Tebax, 2022.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro Pencşemê di çarçoveya serdanên 'lihev helalkirinê' çû gundê Roboskî yê Şirnexê ku di 2011'an de 34 kes bi firokeyên şer li wir hatibûn qetilkirin.

Kiliçdaroglu û şandeya di gel wî li Roboskî bi malbatên qûrbanîyan re hevdîtin kir û got ku êş hîn kêm nebûye.

'' Di 28’ê Rêbendana 2011’an de li vir bûyereke gelek xemgîn qewimî. Me 34 zarokên zwe winda kir; 18 kes ji 18 salî biçûktir bûn. Êş û jana nav dilan hê jî didome, ger dad were vî welatî divê ev jan jî were derman kirin,, ev bûyer ronî bibe."

Kiliçdaroglu dîyar kir ku ew hatiye Roboskî ku soza ronîkirina vê bûyerê bide û ger bibe desthilatdar wê kêşeyê çareser bike.

''Ez jibo soz bidim ku emê vê bûyerê ronî bikin, liv ir im. Hev helalkirin jî bi ronîkirina vê bûyerê pêkan dibe. Em dizanin em nikarin mirîyan zindî bikin, lê divê em jana dile dayîkan aş bikin. Bi êşa zarokên xwe dijîn. Ji me dadê dixwazin. Bicîhanîna dadê jî erka me ye,’’ Kiliçdaroglu got.

Ferhat Encu, hevserokê HDP yê Stembolê bi rêya telefonê jibo Dengê Amerîka (VOA) serdana Kemal Kiliçdaroglu nîrxand.

Di bomebarana firokan da digel birayê wî Serhat, 27 xizmên Ferhat Encu hatibûn kuştin.

''Digel ku ev serdanek derengmayî ye jî, em bi çavek erênî li serdana Kemal Kiliçdaroglu dinêrin '' Encu got.

Ferhat Encu ragihand ku piştî kuştina 34 kesan Kemal Kiliçdaroglu di roja duyê de serdana gundê Roboskî kiriye û çûye sersaxiyê.

Encu anî ziman ku serdana îro dibe cara duyê ku Kiliçdaroglu serdana gund dike, lê ev car jibo lihev helalkirinê ye.

'' Tenê serdan bikêr nayê, pêwîste ku bi şênber planeke deyne pêş xwe. Hevjîna Serokomar, Emine Erdogan jî hat û got çi ji destê wan bê ewê bikin. Malbat dixwazin sîyasetvan li ser soza xwe bimînin,'' Encu got.

Hejayê bîrxistinê ye ku di 28’ê Rêbendana 2011’an de, di encama bomberana firokeyên şer yên Hêzên Çekdar yên Tirk (TSK) 35 welatîyên ji gundên Roboskî Bêcihê yên navçeya Qilabanê ya bajarê Şirnexê hatibûn kuştibûn.

Doza Qetliama Roboskê ji Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupa bi sedema kêmasîya belgeyan hatibû red kirin. Malbat sal û nîv bere bi delîlên nû carek din doz vekirin û doza wan niha li Dadgeha Bilind ya Tirkîyê didome.

Hûn dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin.

Kemal Kiliçdaroglu Soza Komkujîya Li Roboskî Dide
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:54 0:00
XS
SM
MD
LG