Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

308 Rewşenbir ji Opozîsyona Tirkîyê Dibêjin: “Nebin Şîrikê Vî Sûcî”


Rêberên şeş partîyên rikeber di civînekî de ne (Arşîv)
Rêberên şeş partîyên rikeber di civînekî de ne (Arşîv)

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di 8’ê Tebaxê de li paytext Enqerê di Konferansa Balyozan ya 13’an degot ku ewê li bakurê Sûrîyê xeteke ewleyî ya bi kurahîya 30 km ava bikin.

Erdogan herî dawî hem di Civîna Tehranê û hem jî di Civîna Soçî de heman mijar anîbû rojevê.

Li Tirkîyê 308 rewşenbîr, akademîsyen, lîstikvan û nivîskar hemberî vê helwesta Erdogan daxuyanîyeke hevpar ya bi sernîvîsa “Nebin Şîrikê Vî Sûcî” da bîragiştî.

Wan 308 kesan di daxuyanîyê de ser îhtîmala operasyoneke dijî bakur û rojhilata Sûrîyê bang li partîyên opozîsyona Tirkîyê kir ku piştgirîyê nede vê operasyonê û bila nebe şîrikê van sûcan.

Di daxuyanîyê de wiha hat gotin:

“Li bakurê Îraqê heta niha ji 40’an zêdetir leşker şehîd bûne, bi sedan sîvîl mirine. Ev tevahî êşeke giran da ser kesên herêmê. Operasyonên Pençe-Kilît têr nakin, an niha jî bi gotara dubarekî ‘emê di şeveke de nişkava werîn’ derdikevin pêş û dixwazin ku li Bakurê Sûrîyê/Rojava operesyonê çêkin. Ti sedemeke rewa ya vê operasyonê tuneye.”

Di daxuyanîya hevpar de hate ragihandin ku li Tirkîyê dijminekî xeyalî hatiye çêkirin û bakurê Sûrîyê wek heremeke gefdar tê nîşandan.

“Di vê operasyonê de bilî şîrikên desthildarîyê berjewendîya ti kesî nîne. Ew bo berjewendîyê welat nabêjîn, bes bo berjewendîyên desthilatdarîya xwe dixwazin operesyonê çêkin. Ew dixwazin ku zarokên me li axên bîyanî bidin kuştin û zarokên xelkê bikujin.”

Di daxuyanîyê de hate ragihandin ku desthilatdarî dixwaze ku bi gotara operasyonê ji warê aborî heta mijarên civakî, ser rastîya Tirkîyê bigire,

Di nava 308 kesên ku ev daxuyanî îmza kiriye Ahmet Însel, Asli Erdogan, Ayetullah Aştî, Baskin Oran, Can Dundar, Erdogan Aydin, Fehîm Işik, Gençay Gursoy, Halîl Ergun, Hasan Cemal, Hasîp Kaplan, Kemal Pekoz, Lale Mansur, Oya Baydar, Ragip Zarokolu, Serhat Bucak, Suavî û Zîya Halîs jî hene.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn gohdar bikin.

308 Rewşenbir Ji Opozîsyona Tirkîyê Dibêjin: “Nebin Şîrikê Vî Sûcî”
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:32 0:00
XS
SM
MD
LG