Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sadr Betalkirina Parlamana Îraqê Dixwaze


Alîgirên Muqteda el-Sadr li Bexdayê wêneyê wî radikin, 5 Tebax, 2022.
Alîgirên Muqteda el-Sadr li Bexdayê wêneyê wî radikin, 5 Tebax, 2022.

Reberê Şîa Muqteda el-Sadr îro Çarşemê bang li dezgeha dadwerî ya Îraqê kir ku erkdarîya parlementoya welêt heta dawîya hefteya pêş betal bike.

Muqteda el-Sadr bi berdewemî gef xwar û got ku heke ev gotinên wî pêk neyên wê encamên ne dîyar derkevin holê.

Sadr ev daxuyanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand lê wî hurgilîyên zêdetir eşkere nekir.

Rêberê hêzdar di van du hefteyên dawî de alîkarîya gurbûna alozîyên li Îraqê kir; bi fermana bo bi hezaran şagirtên xwe ku êrîşî parlamentoya welêt dagir bikin.

Sadr herwiha ev demeke dirêje ku avakirina hikûmeta nû ya Îraqê asteng dike, ji hilbijartinan vir ve ku 10 meh berê hatibûn kirin.

Wî di Hezîranê de parlamenterên xwe ji parlamentoyê vekişand û piştre banga hilbijartinên pêşwext kir û di qanûna bingehîn ya welêt de guhertinên ne zelal daxwaz kir.

Lê, rikebirên Sadr yên sîyasî bicîhanîna daxwazên wî qebûl nekirin ku piranîya wan Şîayên ku Îran piştgirîya wan dike.

Ev yek jî metirsîya alozî û tundîyên nû yên li Îraqê zêde dike.

Biryara vekişînê ya Sadr hemberî serneketina wî ya avakirina hikûmetê protestoyeke bû; tevî ku hema hema çar ji yeka parlamentoyê di destê wî de ye û têra xwe hevalbendên wî hene ku piranîya nav parlemanê pêk bînin.

Sadr jiber serneketina hewla xwe ya bo avakirina hikûmetê, partîyên hevalbendên Îranê tawanbar dike û herwiha wan bi gendelîyê jî sûcdar dike.

Lê, li gor pispor û çavderan şagirtên wî jî hevdem hin sazîyên hikûmetê yên herî xirab têne rêvebirin kontrol dikin.

XS
SM
MD
LG