Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dosyeya Girtiyên Sûrî di Nav Nakokiyên Siyasî û Hewlên Yasayî de


Doseya girtiyên Sûrî yek xalên sereke ye ku civaka navnetewî, mafnas û rêxistinên mafên mirovan didin pêş ji bo çareserkirina krîza Sûriyê.

Li dirêjiya van 11 salên şerê Sûriyê bi dehan hezar kes hatin girtin û revandin, çi ji aliyê rêjîmê û çi ji aliyê opozisyonê ve û çarenûsa piraniya girtiyan ta roja îro ne diyar e.

Meha borî rêjîma Sûriyê di lêborîneke giştî de bi sedan girtî azad kirin û şandiyê Neteweyên Yekgirtî Gier Pederson ev yek wek gaveke erênî bi nav kir û gotibû ewê binêrin ka dê ev yek çawa bi rê ve biçe.

Mijara girtiyên Sûrî ku bi salane di serê ecindeyên konferans û platformên navnetewî de ye ta roja îro hîn wek xwe maye.

Doseya girtiyên Sûrî li ku maye û çawa ew dikare were çareserkirin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Şepal Îbrahîm, endamê rêxistina Lêborînê ya navnetewî ku li Almanyayê dimîne û Necah Hîvo Melek, berpirsa hevgirtina Jinên Kurd (Rodoz) li Almanyayê ku ji bajarê New Yorkê tevlî bernameyê bû.

Xanim Melek li New Yorkê beşdarî kombûneke encûmena ewlekariya Neteweyên Yekgirtî bû û axaftinek li ser girtiyên Kurd pêşkêş kir.

Ew dibêje,” Min bi awayekî vekirî di axaftina xwe de diyar kir û got ku dayikên Sûrî û yên Kurd êdî hîviya xwe ji civaka navnetewî qut kirine, lê daxwaza wan her dimîne. Wan jî (welatên beşdar) diyar kir ku doseya girtîyan girêdayî rewşa siyasî ya Sûriyê ye ku niha li Cinêvê tê gotûbêjkirin.”

Rêzdar Şepal Îbrahîm dibêje,” Di baweriya min de çê nabe ku doseya girtiyan têkeve nav mijara siyasî. Opozisyonê kêmasiyeke di vê derbarê de kir dema ku ew tevlî mijara siyasî kir. Doseya girtiyan di ser mijara danûstandinên siyasî re ye. Mixabin civaka navnetewî ta roja îro jî ti çareserî jê re nedîtiye.”

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 7-6-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:46 0:00

XS
SM
MD
LG