Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûriyê li Hember Êrîşeke Din ya Tirkiyê Dikarin Çi Bikin?


Kurdên Sûriyê bi xem in li dor plana Tirkiyê ya pêkanîna operasyoneke leşkerî li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê ku serokê Tirkiyê hefteya borî ragihandibû.

Ew dibêjin eger ev operasyon dest pê bike ew dê rêxistina terorîst Daişê li herêmên wan bihêztir bike.

Amerîka jî heman xem berî çend rojan anîbû ziman û gotibû ku oprasyoneke wiha renge bibe sedema têkçûna seqamgîriya herêmê.

Berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin ev çûre operasyon dê her wiha metirsiyeke ewlekariyê li ser zindanên ku çekdar û malbatên Daişê vedihewînin bisepîne.

Li ser asta meydanî jî Tirkiyê di van rojên dawî de hejmarek herêmên sînorî topbaran kirine û peyvdarê Hêzên Sûriya Demokratîk Aram Hena di hevpeyvînekê de ji Dengê Amerîka re got ku hêzên wan çavdêriya rewşa li deverê dikin û bi hêzên navnetewî re di pêwendiyan de ne.

Tirkiyê ji sala 2016an ve, sê operasyonên leşkerî li Bakurê Sûriyê pêk anîne, Operasyona Mertalê Furatê li Ezaz û Cerabulusê di sala 2016an de, Operasyona Şaxê Zeytûnê li Efrînê di sala 2018an de, û Operasyona Kaniya Aştiyê li Girê Spî û Serêkaniyê di sala 2019an de.

Armanca operasyoneke çaran ya Tirkiyê li wan herêman çiye û çima ew di vê demê de tê ragihandin?

Xelkê herêma dê çawa bersiva vê operasyonê bidin û rêveberiya xweser dê çawa operasyoneke wiha vehewîne?

Kurdên Sûriyê dikarin li hember operasyoneke din ya Tirkiyê li dijî herêmêmn wan çi bikin?

Rêjîma Sûriyê ku li ser asta tewrî li dijî van cûre operasyonan e, dikare li ser erdê çi bike?

Rûsyaya ku niha mijûlî şerê dijî Ukraynayê ye û hin raport behsa vekişîna hêzên wê ji hin navçeyên Sûriyê dikin, çi helwest di vê derbarê de heye?

Amerîka dê bersiveke çawa bide eger ev operasyon derbasî warê pratîkê bû?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Kadar Pîrê, rêvebirê rêxistina Kurd Bê Sînor ku li Frensayê dimîne û Hesen Remzî, berpirsê ragihandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ku li bajarê Qamîşlo dimîne.

Remzî dibêje,” Bi rastî metirsiyek ketiye cadeya Kurdî, ji ber ku derbasbûna Efrînê û Girêspî û Serêkaniyê û encamên wê li ber çavên me ye. Kurd bi taybetê û pêhateyên herêmê bi giştî di bin metirsiyê de ne. Em tev dizanin ku şerê 11 salan li Sûriyê, pevçûn û operasyonên leşkerî herdem wêranî û derbederîyê bi xwe ve girê didin.. Divê ev operasyon dest pê neke.”

Pîrê dibêje,”Tirkiyê bêhtir qala herêma Şehbayê dike, cihê ku penaberên Efrînê lê dimînin û dixwaze wan ji wir derxe û belav bike, lê ew armanceke demkî ye ji Tirkiyê re. Armanca wê ya stratejîk ew e ku xwe bigihîne Şengalê li Îraqê.”

Herdu mêvan jî erê dikin ku rêkeftinek di navbera Kurdên Sûriyê de dikare alîkar be di redkirina êrîşeke leşkerî ya Tirkiyê de.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 31-5-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:51 0:00

XS
SM
MD
LG