Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bertekên Ser Daxuyanîyên Wezîrê Tirk Çavuşoglu yên bo Sûrîyê Didomin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR) îro Înê ragihand ku li gelek heremên Sûrîyê û yên di bin kontrola hêzên Tirk û opozîsyona ser bi Tirkîyê xwepêşandanên girseyî hatine dar xistin.

Hate ragihandin ku xwepêşandanên li gelek heremên Sûrîyê hemberî daxuyanîyên wezîrê derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu yên do Pencşemê hatine kirin.

SOHR dîyar kir ku li bajarên li Ezaz, Soran, Îhtimaylat û herêmên din yên gundewarên bakurê Helebê, Serêkanîyê li Hesekê û Tal Ebyad ya li Reqa û bajarê Îdlibê daketin qadan û gotinên Çavuşoglu şermezar kirin.

Çavuşoglu piştî dawîbûna Konferansa Balyozan ya ser rewşa Sûrîyê gotibû ku divê opozîsyon û rejîma Sûrîyê li hev bînin jiber ku ger ev nebe, wê aştîyeke mayînde çênebe.

Li gor jêderên SOHRê xwepêşanderan li Ezazê ya bakurê Helebê avêtin ser navenda rêvebirîya asayîşa bajêr, piştre çûn pêş avahîya Meclîsa Heremî û wan li wir ala Tirkîyê daxistin û agir pêxistin.

Xwepêşanderan li hemû heremên bin kontrola komên bi piştgirîya Tirkîyê banga rakirina alên Tirkîyê jî kirine.

SOHR herwiha ragihand ku xwepêşanderan konvoyeke Tirkîyê ya ser rêya Ezaz û Efrînê asteng kiri û nehişt ew derbazî bajarê Ezazê bibe.

Heman jederên SOHR ragihand ku xwepêşanderan herwiha li ser dîwarên nivîs û dirûşm xîz kirine yên ku wek “Bes ji Tirkîyê re û Bes ji Rejîmê” nivîsîbû.

Hêjayê gotinê ye li ser Twitterê çend vîdeo belav bûn ku xwepêşandanên li herema Ezazê nîşan didan ku xwepêşanderan êrîşî xalên leşkerî û rêvebirîyê yên Tirkan dikin û alên Tirkîyê dişewitînin.

Berdevikê wezareta derve yê Tirkîyê Tanju Bilgiç îro Înê ser gotinên Çavuşoglu got ku Tirkîye di pêyvajoya Astana û Cenevre de di parastina agirbesta ser erdê û avakirina Komîteya Qanûna Bingehîn de roleke serekî lîstîye.

Bilgîç anî ziman ku Tirkîye di pêvajoya siyasî de jî bi tevahî piştgirî daye opozîsyonê û Komîteya Danûstandinan lê niha ev pêyvajo jiber nerazîbûna rejîmê pêş nakeve.

Berdevik Bilgîç destnîşan kir ku daxuyanîyên wezîr Mevlut Çavuşoglu di derbarê wan mijaran bû.

"Xalên ku do wezîrê me dîyar kiribû jî vê yekê dîyar dike," Bilgîç got.

Ji alîyê din ve, Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûrîyê îro înê ser gotinên Çavuşoglu û herwiha ser xwepêşandanên dijî Tirkîyê yên li heremên di bin kontrola wan de, daxuyanîyeke niviskî ragihand.

Di daxuyanîyê hat dîyar kirin ku ew ser mijarê bi karbidestên Tirk re di nava têkilîyê de ne.

"Têkildarî daxuyanîyên Wezîrê Derve yê Komara Tirkîye ji doh ve bi hemû karbidestên Tirk re di nava têkiliyê de ne, " Koalîsyonê got.

Koalîsyonê herwiha ragihand ku Tirkîyê ser daxwazên gelê Sûrîyê piştgirîya xwe anîye ziman.

"Karbidestên Tirk piştgirîya xwe ya bo daxwazên rewa yên gelê Sûrîyê û bicîhkirina biryara navneteweyî ya 2254’an dubare kirin.

Biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî (NY) banga rawestandina demûdest ya êrîşên ser armancên sivîl yên li Sûrîyê û ragihandina agirbestê dike û herwiha bo guherîneke siyasî banga destpêkirina danûstandinên fermî dike.

Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Şoreşger û Opozîsyona Sûrîyê di daxuyanîyê de, pabendîya xwe ya ser biryara 2254 ya NY dîyar kir.

"Em pabendê biryara navneteweyî ya 2254’an in, em li welatê xwe piştgirîya guherineke siyasî ya berfireh dikin û em dixwazin ku ji rêjîma Esed hesaban bipirsin, "Koalîsyonê got.

Koalîsyonê di daxuyanîyê de behsa xwepêşandanên dijî Tirkîyê jî kir.

" Em bawer dikin ku xwepêşandanên doh li herêmên rizgarkirî yên Bakurê Sûrîyê derketin, dîyar dikin ku geşbûna agirê şoreşê di dilê gelê Sûrîyê de hê jî didome, " Koalîsyonê got.

Koalîsyonê bi berdewamî jiber şewitandina ala Tirkîyê di xwepêşandanan de bertek nîşan da.

"Em dixwazin dîyar bikin ku em şewitandina ala welatekî bira ku nêzî 4 mîlyon welatîy Sûrîyê diparêze, qebûl nakin û em van kiryaran red dikin, " Koalîsyonê got.

XS
SM
MD
LG