Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taywan Ji Bo Parastina Ewlehiyê Li Tengava Xwe Spasiya Amerîka Dike


Seroka Taywanê Tsai Ing-wen
Seroka Taywanê Tsai Ing-wen

Wezareta derve ya Taywanê roja Şemiyê "spasiya xwe ya jidil" ji Amerîkayê re derbirî ji ber ku "çalakiyên berbiçav" ji bo parastina ewlehî û aştiyê li Tengava Taywanê û navçeyê pêk tîne.

Kordînatorê Hind-Pasîfîkê yê Amerîkî Kurt Campbell roja Înê got ku Çînê "bertek zêde" nîşan dan li hember serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîka Nancy Pelosi bo Taywanê, ku çend rojên lîstikên şer ji hêla Beijinê ve li dora giravê, ku Çîn wekî axa xwe dibîne, kirin.

Wezareta Derve ya Taywanê roja Şemiyê di daxuyaniyekê de got ku "gefên leşkerî û aborî ya bêserûber" ya Çînê “yekîtî û berxwedana kampa demokratîk a cîhanî bihêztir kiriye".

Seroka Taywanê Tsai Ing-wen roja Pêncşemê got ku gefa hêzê ya Çînê kêm nabe, her çend mezintirîn rahênanên leşkerî ya Beijinê li dora giravê, piştî serdana Pelosi ya hefteya borî, xuya bû ku kêm dibe.

Di mîtîngekê de roja Şemiyê li başûrê Taywanê ji bo hilbijartinên herêmî yên ku di dawiya Mijdarê de hatine plankirin, Tsai got ku ew ne tenê bi berendamên hevrik re rû bi rû ne, "lê di heman demê de fişara Çînê jî heye".

Wê got: "Taywanî pir bi coş in û ji azadî û demokrasiyê hez dikin, ji ber vê yekê gelek dostên baş ên navneteweyî hatine Taywanê da ku piştgiriyê bidin me. Ev tiştek normal û baş e, lê Çîn Taywanê tehdîd dike û ditirsîne."

"Lêbelê, ez dixwazim her kesî piştrast bikim ku hem hikûmeta me û hem jî artêş amade ne, û ez ê bê guman berevaniya Taywanê bikim."

Çîn çalakiya xwe ya leşkerî li nêzî Taywanê didomîne, her çend li gorî hefteya çûyî pir kêmtir bûye.

Wezareta Berevaniyê ya Taywanê ragihand ku roja Şemiyê 13 firokên hêzên asmanî yên Çînê, xeta navîn a Tengava Taywanê derbas kirin, ku di demên normal de weke astengeke nefermî di navbera her du aliyan de ye.

Hikûmeta Taywanê dibêje ji ber ku Komara Gel a Çînê ti carî serweriya giravê nekiriye, mafê wê nîne ku doza wê bike an biryarê bide siberoja wê, ku tenê ji aliyê gelê Taywanê ve dikare were destnîşankirin.

Hikûmeta Komara Çînê ya têkçûyî di sala 1949an de piştî ku şikestina di şerê navxweyî de li beramber Partiya Komunîst a Mao Zedong ku Komara Gel a Çînê li Beijinê ava kir, reviya Taywanê.

Çîn tu carî dev ji bikaranîna hêzê bernedaye ku Taywana bi rêveçûna demokratîk bixe bin kontrola xwe.

Reuters

XS
SM
MD
LG