Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind Ya Tirkiyê Serdana Bo Azadkirina Aysel Tugluk Red Kir


Evuqatên Sîyasetvana Kurd Aysel Tugluk, beriya çend mehan jiber rewşa nexweşîna jibîrkirinê lê giran dibe, serî li Dadgeha Bilind ya Tirkiyê dan da ku cezayê girtinê paşde bixin û jibo dermankirinê wê ji girtîgehê berdin.

Evuqat di serdana xwe da li dijî raporên Saziya Tiba Edlî derketin ku ev sazî du caran li dijî dexwaza berdana Aysel Tugluk biryar da û got “Rewşa nexwşîna wê negihîştiye astek xerab, dikare bi serê xwe li girtîgehê bimîne, li xwe binêre, pêdivîyên rojane bicî bîne.”

Evuqatan xwestibûn Dadgeha Bilind li dijî raporên vê saziyê biryar bide û Aysel Tugluk jibo dermankirinê azad bike, lê dadgehê biryara xwe eşkere kir û dexwaza evuqatan red kir.

Dadgeh di biryara xwe de behsa rapora Saziya Tiba Edlî dike û dibêje “Li gorî rapor û belgeyên saxlemiyê, Aysel Tugluk dikare bi sere xwe li girtîgehê bimîne, li xwe binere, jibo wê jî ne hewce ye ji girtîgehê bê berdan.”

Lê heman dadgeh li ser îhtîmala girankirina nexwşîna demansê jî rawestîyaye ku balê daye ser ev nexweşî dikare saxlemiya wê ber bi xerabiyê ve bibe, bi serê xwe nikaribe lixwe binêre, hewcê alîkariya mirovan bimîne.

Piştî biryara dadgehê, evuqatên Aysel Tugluk daxuyaniyek nivîskî belav kir û anîn ziman ku biryara Dadgeha Bilind dubendî heye.

Hate îfadekirin dadgeh jî nikare çavê xwe ji rewşa nexweşîna Aysel Tugluk re bigre jiber ku destnîşan kiriye “îhtimal heye ev nexweşî rewşa saxlemiyê xerabtir bike.”

Evuqatên Tugluk destnîşan kirin digel vê yekê, dadgehê li gorî mekanizmaya bingehîn ya mafê mirovan biryar neda.

Aysel Tugluk 99 caran ji aliyê doktoran ve hatiye miayeynekirin û jibo prosê dadgehê carek din Dozgerîya Kocaelî û saziya Tiba Edlî îşaret kiriye.

Evûqat dibêjin Saziya Tiba Edlî ne tekane saziya pispor e ku tenê biryara rapora wan esas bê girtin. Herwiha îdia kirin ku ev sazî bi salan e jibo girtîyên sîyasî li dijî hiqûq, etîk û zanistî raporan dide û dibe sedema mirina bi dehan girtîyên sîyasî li girtîgehan.

Evuqatan dubare kir ku jiber biryara Dadgeha Bilind, jibo infaza Tugluk paşde bixin û bi lezûbez were berdan, ewê carek din serî li Dozgerîya Kocaeliyê bidin.

“Jibo Aysel Tugluk prosa miayeneya doktoran, çûn hatina nexweşanxeyan û Saziya Tiba Edli dê dubare bibe, lê ev car em hêvî dikin raporek rast û dirust û bêlayan ya li gorî hiqûqê bê amadekirin.”

Jibo Azadiya Tugluk Rêyên Hiqûqî Çi ne?

Evûqatên sîyasetvana Kurd Aysel Tugluk, destnîşan dikin jibo azadkirina wê du rê hene. Yek jê, saziya Tiba Edlî rapora xwe de pesend bike jiber nexweşîna demansê Tugluk êdî nikare li girtîgehê bimîne.

Rêya din jî ewe, biryara Dadgeha Bilind cezayê zindankirina Aysel Tugluk betal bike.

Aysel Tugluk, hevseroka berê ya Kongra Civaka Demokratîk (KCD) bû. Dozgerîya Amedê îddia kir KCDe saziya sîwan ya KCKê ye, bi fermana Abdullah Ocalan hatîye damezrandin û rêxistinek terorî ye. Jiber vê yekê li dijî KCDê û endamên wê doz vekir, li hevserok û gelek endamên wê bi hiceta endmatîya rêxistina terorê ceza hate dayîn û 10 sal cezayê zindanê li Aysel Tugluk jî hate birîn. Tugluk neha jiber vê cezayê girtî ye.

Nêzî sê sal berê evuqatên Tugluk bo betalkirina cezayê zindanê serî li Dadgeha Bilind xistin lê dadgeh hê jî li ser vê dexwazê tu biryarek nedaye.

Dadgeha Mafê Mirovan di serdana doza Selahattin Demirtaş de destnîşan kir ku KCD rêxistinek sivîl e cezakirina ji endamtîya KCDê jî li dijî pîvanên qihûqê ye.

Evûqatê Aysel Tugluk, Serdar Çelebî, berîya biryara dadgeha Bilind, jibo VOA axivî.

Wî destnîşan kir Tirkiyê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan qebûl dike û nikare li dijî van biryaran, biryarê cuda bide.

Çelebî daxuyakirin jibo belatkirina cezayê ji doza KCDê, ew bi hêvî ne.

“Ger ji Dadgeha Bilind biryar derkeve em bawer dikin an cezayê Aysel Tugluk betal dibe an jî prosa dadkirinê ji nû ve destpêbike. Lê wusa xuya dike dadgeh dixwaze bi helwesta paşdexistina biryarê, cezaya zindanê bi temamî bi Aysel Tugluk bide kişandin.”

Raporta Deng/ Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:03 0:00

XS
SM
MD
LG