Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê PAKê Ozçelik: Em Ser Prensîban Ji Îtifaqan Re Amadene


Mustafa Ozcelik
Mustafa Ozcelik

Di sala 2018’an de gava Îtifqa Kurdistanî hate demezirandin tê de Partîya Azadîya Kurdistan (PAK), Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PSK), Partîya Demokrata Kurdistan ya Tirkiyê (PDK-T), Partîya Demokrata Kurdistan ya Bakur (PDK Bakûr), Hereketa Azadî cî girtibû. Hak-Par û Huda-Par neketin nav vê îtifaqê.

Di hilbijartina 31 Adarê 2019’an de HDP’ê bi hin partîyên Kurdistanî, wek Partîya Komunîstên Kurdistan (KKP), Partîya Azadî û Mirov (PÎA), Hereketa Îslamî ya Kurdistan (AZADÎ), PDK-T, PDK-Bakur, Platforma Demokratê Kurdistan (PDK), Komeleya Şoreşgerê Demokratîk ya Kurd (DDKD), îtifaq çîkir û kete hilbijartinê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di rojên borî de li Amedê serdana partîyê Kurdistanî kir. Sancar ragihand ku, ewê di bergeha yektîya netewî de têkilîyên xwe bi Îtifaqa Kurdistanî re fireh bikin û partîyên ku di nav vê îtifaqê de nînin dê biwan re jî hevdîtin çêkin.

Partîya Azadîya Kurdistan (PAK) yek ji wan partîyan e ku, li gel HDP’ê îtifaq nekirîyê. Emê jî him armanca damezirandina PAK’ê û him jî nîrîna wî li gel îtifaqan çîye bi Serokê Giştî yê PAK’ê Mûstafa Ozçelik re qise bikin.

VOA: Birêz Ozçelik, berî ku em ser îtifaqan bisekinin, bi kurtasî hun dikarin armanca demezirandina PAK’ê ji me re vebêjin?

Ozçelik: Partîya Azadîya Kurdistanê, pir bi zelalî dibêje ku miletê Kurd heye, Kurdistan heye. Me mafê çarenûsîya miletê Kurd kirîye nav bernama xwe. Em dibêjin li Bakûrê Kurdistanê gelê me pêwîstîya wê bi xwe bi xwe îdarekirinê heye. Me vîya jî gotîye; federalî, konfederalî û serxwebûn. Sê alternatîf jî di bernama me de heye. Li gorî şert û mercên Tirkiyê heke dewlet ji kîjana re vekirîye em amade ne.

VOA: Birêz Ozçelîk, di hilbijartina 2018’an de we îtifaqek çêkiribû. Di vê îtiqaqê de hun li gel kîjan partîyan civîyan û armanca we çîbû?

Ozçelik: Di hilbijartina 2018’an de, ya parlementoyê de, me wek PAK, PSK, PDK-T, PDK-Bakûr û Hereketa Azadî me îtifaqeke hilbijartinê ya Kurdistanî çêkir. Me got, ser daxwazên esasî, ecîl yên Kurdan kî/ê piştgirîyê bide em dixwazin bi wan re îtifaqeke berfireh ya hilbijartinê bikin. Bi vê nêrînê em çûn cem HDP’ê, HUDA-PAR’ê û HAK-PAR’ê. HAK-PAR nehat, HUDA-PAR’ê jî xwe neda ber. HDP’ê qebûl kir, bi me re rûnişt. Em 10-12 rojan li ser şeş xalan sekinîn û me li hev kir. HDP’ê got, “Em partîyeke Tirkîyê ne.” Me jî got ne problem e, ji me re ya girîng ew ku hun daxwazên Kurdan îmza bikin û em wek deklerasyoneke belav bikin.

VOA: Başe, dema we xwest li gel HDP’ê bikevin nav îtifaqê, HDP’ê ew dem li we çawa temaşe kir? Di navbera we de protokolek gelo hate îmza kirin?

Ozçelik: HDP’ê îmza kir, lê piştî îmzayê hin mudaxele bûn. Hinan nehîşt ev îtifaq çêbibe. HDP’ê jî xwe ji vê paşta kişand û li îmzaya xwe xwedî derneket. Rabû deklerasyon bi serê xwe îlan kir. Go, “Emê bi xwe têkevin hilbijartinê.” Me jî ji wan re got, hun xeletîyê dikin, me li hev kirîye, mesela me ne parlementerî ye. Me li ser prensîban li hev û du kirîye. Lê dîsa jî bi serê xwe îlan kirin. Piştî vî jî pêwendîyê me hatin birîn. Lê HDP’ê car din hat got, “Me li ser deklarasyonê li hev û du nekirîye ka em çend parlementerî bidin we werin bikevin lîsta me.” Me jî ev qebûl nekir, me got derdê me ne ev e.

VOA: Partîyên ku we rexne dikin hene, dibêjin hin partîyê Kurdistanî hê li gorî nêrîna berî salên 1980’yan temaşe dikin. Gelo hun vê yekê dipejirînin?

Ozçelik: Partîya Azadîya Kurdistanê, em xwe berdewamîya doza azadîya Kurdistanê a 100-150 salan dibînin. Em bi vê jî serbilindin. Mesele ne ku em bi formatê berê tevdigerin. Em dibêjin ev hevalên ku ana vî karî dikin, bi himan şiklî bi formatên salên 75’an, 80’an birêva diçin. Ew dem jî çepên Tirkan, partîyên sosyalîst û şoreşger yên çepên Tirkan, ji Kurdan re digotin, “Ne hewceye hun partîyên xwe ava bikin. Werin di nav me de cî bigrin. Gava me sosyalîzm anî, me şoreş çêkir emê heqê Kurdan bidin.” Kurdan jî ew guhdar nekirin, bi dehan partî damezirandin, bi sed hezaran kes bi rêxistinî kirin. Îro jî HDP, bi navê partîya Tirkiyeyî, ku şeş mîlyon dengê Kurdan digre, dixwaze habûna partîyên Kurdistanî wek ne hewce nîşan bide. Em bi xwe vê yekê rexne dikin.

VOA: Birêz Ozçelîk, gelo di nav îtifaqa Kurdistanî de hîç pêwendîyê we hene?

Ozçelik: Belê. PAK, PSK û Gruba TDK Tevger, me bi xwe hevkarîyek heye. Li gel hevalên HAK-PAR’ê jî peywendîyên me hene. HAK-PAR niha dibêje, “Em dixwazin mafên beşdarbûna hilbijartinê bi dest bixin.” Piştî kongreya dawî HAK-PAR’ê ew dane pêşîya xwe. Dixwazin li 41 bajar û 184 navçeyên Tirkiyê teşkîlatên xwe daynin, ku bikaribin beşdarî hilbijartinê bibin. Ana ew bi vê mijûlin. Ka ewê bigîhînin em vîya nizanin. Em bi xwe li ser prensîbên esasî yên miletê Kurd amadene bi her kesî re îtifaq bikin. Derdê me bi destxistina yek-du parlementerî an jî şaredarî nîne. Em dixwazin li ser prensîban xebatan bikin. Îro jî em li ser van prensîban, kî hezir be em hezirin bi wan re danûstandin, hevkarî û îtifaqa bikin.

PARTÎYA AZADÎYA KURDISTANÊ (PAK)

PAK, di sala 2014’an de hatîye damezirandin. Piştî damezirandinê li ber nav û bernama wî di sala 2015’an de Serdozgerê Dadgeha Bilind ji PAK’ê daxwaza gorandina nav û bernamê kir. Gava rêveberîya PAK’ê ev negoran di sala 2019’an de Zagona Bingehîn doza girtinê li ser vê partîyê vekir. PAK’ê di 2017’an de 1’emîn Kongreya Asayî, di 2020’an de jî 2’emîn Kongreya Asayî durist kir

Raporta Deng/ Eyyup Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:17 0:00

XS
SM
MD
LG