Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ukrayna Hişyariya Topbarankirinên Nû li Nêzîk Bingeha Navokî ya Dagirkirî Dide


Bingeha navokî ya Zaporizhzhia
Bingeha navokî ya Zaporizhzhia


Ajansa îstixbarata berevaniyê ya Ukraynayê hişyarî da derbarê hêrişên nû yên Rûsî roja Şemiyê li bingeheka navokî ya dagîrkirî li başûrê Ukraynayê, şaredarê bajarokî yê dûrxistî ragehand ku kargeh rastî topbaraneke nû hatiye.

Şaredarê Enerhodar, Dmytro Orlov ku di meha Nîsanê de ji herêma di bin kontrola Kyivê de hat derxistin, li ser Telegram nivîsî ku roja Şemiyê rûniştvanên xwecihî ew bi topbarana nû ya Rûsyayê li ser herêma pîşesazî ya bajêr û bingeha navokî ya Zaporizhzhia agahdar kirine. Ne diyar bû ku gule li erdê bingehê ketine yan na.

Karbidestê herêmî yê Rûsî Vladimir Rogov li ser Telegram nivîsand ku hêzên Ukraynayê bingehê topbaran dikin. "Li gorî şahidhalan, dengê teqînan dîsa li bajêr tê bihîstin," Rogov got, ku top li derdora bingehekê elektrîkê ketine, bêyî ku diyar bike ka ew li erdê bingeha navokî ketiye yan na.

Ukrayna û Rûsya hevdo li ser gelek bûyerên vê dawiyê yên topbarankirina li ser mezintirîn bingeha hêza navokî ya Ewropayê tawanbar kirine, di heman demê de koma welatên G7 bang li Mosko kir ku hêzên xwe ji bingehê vekişîne.

Şêwirmendê Serokomariya Ukraynayê Mykhailo Podolyak Rûsya tawanbar kir ku "li beşê bingeha navokî xistiye, cihê ku elektrîka li başûrê Ukraynayê tê peydakirin."

Podolyak li ser Twitterê nivîsî: "Armanc ew e ku me ji bingehê qut bikin û leşkerê Ukrayna bi vê yekê tawanbar bikin."

Roja şemiyê, ajansa îstixbarata berevaniyê ya Ukraynayê got ku Rûsya amadekariya hêrişkirineka nû li bingehê dike, û got ku leşkerên Rûsî otombêlên xwepêşvebir ji derveyî bajarokê nêzîk park kirine û ala Ukraynayê li ser danîne. Ajansê wêneyek ku tê de topa navborî nîşan dide parve kir.

Ajansê her wiha got ku roja Pêncşemê êriş li ser erdê bingeha Zaporizhzhia hatine kirin. Ukrayna dibêje ziyan gihandiye binesaziya pompkirina avê û bingehekê agirkujiyê, ku êriş ji gundê Vodiane yê di bin kontrola Rûsyayê de, ku bi qasî heft kîlometreyan li rojhilatê bingehê dûr hatine havîtin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG