Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Efrîna Dagirkirî Çima Îsal Rêdana Pîrozkirina Newrozê Hate Dayîn?


Kurdên Efrînê ku li hindur herêmê mane û tevî givaştinên li ser wan, cejna Newrozê îsal pîroz kirin û agirê wê vêxistin.

Tê zanîn ku ji dema dagirkirina Tirkîyê ji Efrînê re sala 2018an, pîrozbahîya Newrozê rastî astengî û qedexekirinê ji alîyê komên çekdar ve dihat.

Rojnamevan Fadil Mihemed dîyar kir ku rêdana jibo vêxistina agirê Newrozê îsal li çend gundan li Efrînê jiber fişarên raportrên mafên mirov çêbûye.

“Rêdan jibo vêxistina agir bi zanebûn ji alîyê serdestên Efrînê ve hatiye kirin, ku ev tişt hewildan e jibo spîkirina rûpela xwe piştî raporta HRW”.

Mihemed herwiha bi bîr xist ku;

“Berxwedanîya gelê Efrînê ku li hindur maye û pêgirîya wan bi axê re, kanîbûye ku îsal derfeteke biçûk jibo pîrozkirina Newrozê veke”.

Çalakvanên Kurd didin zanîn ku rewşa mafên mirov li Efrînê ji dema dagîrkirina Tirkîyê ji herêmê re, pir xirab bûye, ku qanûn nayê bi cîh kirin û ti dadmendî jibo qurbanîyan nehatiye pêk anîn.

Sala par çekdarên bi ser Tirkîyê ve 4 kes ji malbatekê anku malbata Pêşmerg li bajarê Cindirêsa Efrînê di şeva Newrozê de, kuştibûn, dema ku wan agirê Newrozê li ber mala xwe vêxistibûn.

Herwiha, zarokekî Kurd hefteya borî li bajarê Cindirêsê li ser destê kesekî Ereb yê cîwarkirî hatibû kuştin, ku ev bûyer bûbû sedema bertek û nerazîbûnên tund.

Di vê derbarê de Fadil Mihemed dibêje ku vêxsitina agirê Newrozê nayê wateya başbûna rewşa mafên mirov.

“Tê zanîn ku Newroz fersendeke jibo azadbûna ji zilm û zordarîyê, lê dîsa jî vêxistina agirê Newrozê bi serbestî li Efrînê ne nîşaneya ti guhertineke mezin e, çimkî li ser erdê hîn binpêkirin dewam dikin”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Human Rights Watch (HRW) di raportekê de meha borî, gelek binpêkirinên giran ji mafên mirov re li herêmên bakurê Sûrîyê ku di bin destê artêşa Tirk û çekdarên opozisyona Sûrî de ne, belge kiribûn.

HRW ragihandibû ku Tirkîye li bakurê Sûrîyê hêzeke dagîrker e û jiber binpêkirinan, berpirs e.

NR_03_22_2024_Afrin_Newroz
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:56 0:00
XS
SM
MD
LG