Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Barzanî Dibêje PDK Hilbijartinan Boykot Nekirîye


Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî îro Çarşemê got ku PDK hilbijartinan boykot nekirîye.

Rûpela Navenda Barzanî ya Facebookê ragihand ku Barzanî ew daxuyanî di dema hevdîtina xwe ya bi Balyoza Amerîka li Îraqê, Alina Romanowski kir.

Li gor peyama rûpelê, Barzanî ji Romanowski re gotiye ku PDK herdem ligel encamdana hilbijartinê bûye û ji hilbijartinê netirsîye, lê li ser awayê hilbijartin û metirsîya têkdana bingehên pêkvejîyanê û nehiştina beşdarîya pêkhatan di jîyana sîyasî de xema xwe bilind kiriye.

Malperê bi berdewamî ragihand ku Barzanî gotiye ku hilbijartin bi hêcetên cûrbicûr du sal hate paṣxistin û nirx û pêgeha herêmê hatiye kêm kirin û bi aweyekî nedestûrî û neqanûnî biryar û qanûnên Herêma Kurdistanê hatine guhertin û sitemkarîyeke mezin li pêkhatan û hemî gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Rûpela Navenda Barzanî dide zanîn ku Barzanî gotiye ku PDK hilbijartin boykot nekirîye û ew ligel hilbijartinêke pak, şefaf û bê astengî û dûrî destêwerdanê pêk were.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Balyoza Amerîkî Romanowski roja Duşemê fikara xwe ya ser biryara PDKê ya boykotkirina hilbijartinên parlamanê dîyar kiribû.

Romanowski gotibû ku ew ji hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ku jibo pêkanîna hilbijartineke azad, dadmend, şefaf û bawerpêkirî bixebitin.

Dîplomata Amerîkî herwiha gotibû ku divê mafê hemî gelê Herêma Kurdistana Îraqê hebe ku siberoja xwe dîyar bikin.

XS
SM
MD
LG