Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

21 Endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partî Hatin Desteser Kirin


Xwepêşandaneke Kurdan li Amedê (Arşîv)
Xwepêşandaneke Kurdan li Amedê (Arşîv)

Di çarçova lêpirsîna Serdozgerîya Amedê de, di operasyoneke hevdemî de, di serdegirtina malan de 21 rêvebir û endamên Meclîsa Ciwanên DEM Partîyê hatin desteser kirin.

Parêzerê DEM Partîyê Berdan Acun da zanîn, dozgerî biryara nepen danîye ser dosyeyan û sedema operasyonê, tawanbarîyên ku li ciwanan dikin nehatîye eşkere kirin.

''Lê, em texmîn dikin ev operasyon derbarê Newrozê da ye. Me hin navê wan jî bidestnexistîne bê ka kîjan endam û rêvebir in. Lê hemî endam û rêvebirên meclîsa ciwanan e’’ Acun got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li bajarê îzmîrê jî piştî pîrozbahîyên Newrozê 32 kes hatin desteserkirin ku di nav wan de rêvebira DEM Partîyê ya bajarokê Cîglî ya Îzmîrê Leyla Tufan jî heye.

Herwisa di 18ê mehê de li bajarê Şirnexê û Êlihê (Batman) 12 welatîyên Kurd hatin desteser kirin.

Hêjayî gotinê ye ku her sal berîya pîrozbahîya cejna Newrozê li bajarê Kurdan taybet li ser malên rêvebirên partîyên sîyasî, (DEM, DBP) operasyon çêdibin û bi hiceta ‘propganadaya terorê’ gelek kes tên desteser kirin.

Newrozên li bajarê Kurdan ji alîyê DEM Partî û DBP tên lidarxistin.

XS
SM
MD
LG