Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erbakan Dibêje Medya jiber Tirsa ji Desthilata AKP'ê Cîh Nade Wan


Yeniden Refah Partisi Genel Başkanı Fatih Erbakan
Yeniden Refah Partisi Genel Başkanı Fatih Erbakan

Serokê Partîya Jinûve Refahê (YRP) Fatîh Erbakan got ku jiber ku wan bi Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) re hevkarî nekiriye medya cih nade wan.

Erbakan dîyar kir ku medya jiber ku ji desthilatê ditirse nahêle ku ew derkevin ser ekranan.

‘’Kanalên desthilatê jiber tirsa ji desthilatê me dernaxînin. Ew kanal newêrin, destûra wan tuneye.’’

Wî got ku berî biryara wan ya ser hilbijartinên herêîmî kanalan bi telefonan ji wan dixwestiye ku ew derkevin ser ekranên wan, lê êdî bersîvê nadin telefonan.

Serokê YRP’ê dîyar kir ku ewê hewil bidin ku di hilbijartinan de pirtir ji 20 ji sedê dengan bistînin.

YRP bi sekna xwe konservatîf tê nas kirin ku pisporên sîyasetê dibêjin di hilbijartinên 31’ê Adarê de wê hilbijêrên ji AKP’ê dilşikestî dengên xwe jibo wê partîyê bidin.

Li gor kompanîyên anketan YRP dengên xwe li bajarên wek Ruha, Bursa, Elezîzê bi awayekî berbiçav zêde dike.


Di hilbijartinên Gulana 2023'yan de YRP bi AKP'ê re hevkarî kiribû û jibo serokomarîyê piştgirî dabû Recep Tayyîp Erdogan.

Jêder: Gazete Duvar

XS
SM
MD
LG