Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilbijartinên Herêmî de Erdogan Dixwaze Tola Hilbijartinên 2019'an Hilîne


Hilbijartinên li Tirkiyê
Hilbijartinên li Tirkiyê

Tirk roja Yekşema bihê 31'ê Adarê, di hilbijartinên herêmî de dê dengê xwe bidin ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, yê ku ji ber geşbîniya encamên hilbijartinên giştî yên sala borî serketin bidest xistî, niha çavê xwe berdaye ser Stenbolê ku bidest bixe.

Partiya Gel ya Komarî (CHP) di sala 2019'an de cara yekem ji dema ku Erdogan serok şaredarî bû di salên 90'an de bajarê aborî Stenbol bidest xist.

Hilbijartinên 2019'an dîsan opozisyon vegerand paytext Enqerê û herwiha bajarê bendera Egeyê yê girîng Îzmîrê li wir jî desthilatdarî bi dest xist, wêneyê Erdogan yê xwedî siyaseteke bihêz têk bir.

Erdogan ji bo hilbijartina 31ê Adarê wezîrê xwe yê berê yê jîngehê Murat Kurum weke namzedê şaredariya Stenbolê ragihandîye.

Ew hewl dide ku tola têkçûna xwe ya siyasî ya herî xirab di dema desthilatdariya xwe ya zêdetirî 20 salan de hilîne, dema ku hevrikê wî yê kevnar yê CHP Ekrem Imamoglu şaredarîya Stenbolê bidest xist.

Serokomar sala borî vegeriya ser hêza xwe piştî ku di hilbijartinên serokatiyê yên dijwar de bi ser ket, ku di nav qeyrana aborî û erdhejek mezin de bû ku zêdetirî 53,000 kesan li Tirkiyê jiyana xwe ji dest da.

Niha, Erdogan bidestxistina Stenbolê kirîye armanca xwe ya sereke, bajarê ku ew lê mezin bûye û di sala 1994'an de weke şaredar dest bi tevgera xwe ya siyasî kirbû.

Îmamoglu di hilbijartina 2019’an de dema serketin bidest xist û hevalbendê Erdogan têkbir, bû navnîşana medya navneteweyî.

Di dewra duyan ya dengdanê de Îmamoglu bi ferqek mezin serketin bidest xist, bû lîderekî opozisyonê yê bihêz û dojminekî mezin yê Erdogan.

Îmamoglu yê 52 salî bi berfirehî wekî baştirîn lîderê opozisyon û şûngirê Erdogan yê serokatiya Tirkiyê tê dîtin di hilbijartinên 2028ê de.

Anthony Skinner, rêvebirê lêkolînê li fîrmaya şêwirmendiya jeopolîtîk Marlow Global, ji AFP re got, "Îmamoglu lîstikvanek siyasî yê bi bandor e û di vê demê de dibe hinekî ji dengderan re hêvî be ku bikare li hember Erdogan û AKPê raweste."

Lê hilbijartinên giştî yên sala borî yên nebaş nîşan da ku opozîsyon perçe bûye û her ev perçebûn bû sedem ku DEM Partî ya alîgira Kurdan, ku sêyemîne di parlemanê de, namzedên xwe ji bo hilbijartinên herêmî yên hefteya bê destnîşan bike.

Skinner weha dibîne ku nebûna yekitiyê di nava opozisyonê de vê carê îhtîmal heye ku Îmamoglu çend xalan ji dest bide û dengên xe kêm bike.

Jêder:AFP

XS
SM
MD
LG