Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres li Qahîre bi Serok û Berpirsên Misrî re Kom Dibe


Wezîrê Derve yê Misrê Sameh Şukrî û Sekreterê Giştî yê UN Antonio Guterres li Qahîrê 24.03.2024
Wezîrê Derve yê Misrê Sameh Şukrî û Sekreterê Giştî yê UN Antonio Guterres li Qahîrê 24.03.2024

Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres roja Yekşemê tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina şiyana Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî bo Penaberên Fîlistînî (UNRWA) kir, ji bo cîbicîkirina rola wê ya li hember filistîniyan û rewşa xerab ya li Gaza ku wî weke 'felaketa mirovah'' pênase kir.

Guterres piştî hevdîtina bi Serokê Misrê Abdel Fattah El-Sisi û Wezîrê Derve yê Misrê Sameh Şûkrî re li Qahîreyê got, "Em bi cidî dixebitin da ku piştgirîya domdar ji UNRWA re misoger bikin" û da zanîn ku gelek xebatkarên ajansê li Kerta gaza hatine kuştin.

Daxuyaniyên Guterres di wê demê de tên ku Îsraîl îdîa dike ku 12 karmendên UNRWA dest di êrîşa kujer ya 7ê Cotmehê de hebû, dema ku milîtanên Hamasê êrîşî başûrê Îsraîlê kirbû û herê kêm 1200 kes hatbûn kuştin ku piranî sivîlên Îsraîlî bûn û nêzî 250 kes jî weke dîl revandbûn Gazayê.

Guterres got, "Îdîayên Îsraîlê dê bandorê li ser me û karê me neke, û em ne li dij kesekî ne, em li ser bingeha nirx û prensîban dixebitin."

Guterres tekez kir ku "tenê awayê bikêrhatî û bi bandor ji bo veguhestina kelûpelên giran ji bo peydakirina hewcedariyên mirovî li Gazayê, bi rêya bejahî ye."

Tevî ku şerê zêdetirî 5 mehan , di navbera Îsraîl û Hamas de berdewam dike, bûye sedema wêrankirina Gazayê, alîkariyên navnetewî li bakurê Sînaya Misirê kom dibin, û hejmarek sînordar ji derbasgeha Refahê ya li aliyê Misrê û derbasgehên Abu Salim û Abu Kerem yên li aliyê Îsraîlê derbasî Gazayê dibin.

Gava ku hêviyên ji bo agirbestek li Gazayê di Remezanê de winda bûn û metirsiya birçîbûnê zêdetir dibe, Amerîka û welatên din hewil dan ku firoke û keştiyan bikar bînin ji bo gihandina alîkariyê, digel ku Washington biryar da ku herî kêm salekê alîkariya dravî bo UNRWA rawestîne.

Guterres got, "Ger ku em li parastina sivîlan binêrin li gor operasyonên leşkerî ne ewqas giring e."

Wî tekez kir ku şandina rêjeyên mezin ji alîkariyan hewce dike ku Îsraîl astengên mayî nehêle û rêyên li hember alîkariyan veke.

Guterres go "Tu behanek ji bo êrîşên 7'ê Cotmehê û ne jî ji bo cezakirina komî ya gelê Filistînê tune ye" û daxwaza "serbestberdana bilez û bê şert û merc ya dîlên Îsraîlî yên li Gazayê û bidawîanîna êş û azarên li wê derê," kir.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Misrê Sameh Şukrî got ku "berdewambûna çalakiyên leşkerî li Gaza ziyanê digihîne zêdetir Filistîniyan û ev yek nayê qebûlkirin."

Şukrî got, "Rewşa heyî armanca dawî dixwaze ku bidawîbûna pevçûnan û avakirian dewleta Fîlistinê ye."

XS
SM
MD
LG