Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye: Pirtir ji 60 Mîlyon Dengder Wê Rêvebirên Herêmî Hilbijêrin


Arşîv: Dengdan li Tirkiyê
Arşîv: Dengdan li Tirkiyê

Dengderên Tirkîyê wê 31’ê Adarê jibo hilbijartinên herêmî herin ser sindoqan.

Li Tirkiyê 61,441,882 dengder jibo hilbijartina rêvebirên herêmî wê li pirtir ji 206,000 sindoqên dengdanê li seranserên welêt dengên xwe bidin.

Di hilbijartina herêmî yên 31’ê Adar de 34 partîyên sîyasî beşdar in.

Jibo Bajarvanîya Stenbolê 22 ji partîyên sîyasî û 27 jî serbixwe 49 berbijêr hene ku ew bajar bi vê hejmarê li Tirkîyê li rêza pêş e.

Li Enqere ya paytext 19 ji partîyên sîyasî 5 serbixwe 24 berbijêr hene û li Îzmîrê jî 21 ji partîyên sîyasî û 6 jî serbixwe 27 berbijêr ketin lîstan.

Hilbijêrên li rojhilata Tirkîyê wê bi saeta herêmî ji 07:00 sibê heta 16:00 êvarî herin ser sindoqan. Li rojavayê Tirkîyê jî dengdan wê ji 08:00 sibê heta 17:00 êvarî bidome.

Hemwelatîyên Tirkîyê yên li derveyî welêt jibo hilbijartinên giştî dengên xwe didin, lê jibo hilbijartinên herêmî mafên wan yên dengdanê tuneye.

Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG