Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu: Li Stenbolê jibo Serketinê Hevgirtineke Mezin Heye


Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu got ku ewê li bajêr bi hevgirtinê careke din bi ser kevin.

Îmamoglu, ku jibo Bajarvanîya Stenbolê jinûve berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) ye, dîyar kir ku ew bawer dike ku li Stenbolê jibo serketina wî tifaqeke mezin heye.

‘’Ez hêvî dikim ku tifaqa Stenbolê veguhere tifaqeke xurt ya Tirkîyê û em helwesta xwe ya li vî bajarî li tevahîya welêt belav bikin.’’

Wî dîyar kir ku li gor fikra wî wan demeke zêde hinda kiriye û tekane rêka wan êdî serketin e.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku bingeha Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ye, di hilbijartinên 2019’an de li hember desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP), li Stenbolê piştgirî dabû berbijarê CHP’ê Îmamoglu.

Sîyasetvanên DEM Partî dibêjin stratejîya sala 2019’an êdî nameşe û dîyar dikin ku ew dixwazin bi berbijarên xwe yên li rojavayê Tirkîyê serketinan bi dest xwe xin.

Berbijarên DEM Partî yên jibo Bajarvanîya Stenbolê Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ne.

AKP, ku berbijarê wê yê Stenbolê Murat Kurum e, dîyar dike ku CHP û DEM Partî hevkarîyeke veşartî dimeşînin.

Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG