Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îmamoglu:Wezîrên Desthilatê li Stenbolê jibo Berbijarê AKP'ê Xebatan Dimeşînin


Ekrem Imamoglu Şaredarê Stenbolê û Berbijarê CHP
Ekrem Imamoglu Şaredarê Stenbolê û Berbijarê CHP

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu wezîrên Tirkîyê ser alîkarîyên jibo berbijarên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) rexne kir.

Îmamoglu dîyar kir ku wezîrên welêt li şûna ku li Enqerê kar bikin, li Stenbolê jibo berbijarê AKP’ê Murat Kurum xebatan dimeşînin.

‘’Ez bang li wezîrê navxweyî dikim: Vegere Enqerê. Ma îş û karê te tuneye? Ekrem Îmamoglu, li vir e, berbijar e.’’

Wî got ku wezîrên welêt dibêjin dengên xwe nedin Îmamoglu, lê bidin Kurum.

Îmamoglu got ku ji Enqerê 17 wezîr û serokê welêt Recep Tayyîp Erdogan hatine Stenbolê.

Stenbol sala 2019’an bi berbijarîya Îmamoglu ket destê CHP’ê û AKP hewil dide wî bajarî jinûve bistîne.

Erdogan, ku berê li Stenbolê bajarvanî jî kiriye, dîyar dike ku bajar di dewra Îmamoglu de paşve çûye û xizmetên li bajêr kêm bûne.

Hin kompanîyên anketan dibêjin li Stenbolê hilbijartin wê deqedeq be û li gor hin pisporên sîyasetê wê helwesta hilbijêrên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jibo encaman dîyarker be.

DEM Partî li Stenbolê bi berbijarîya Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî diçe sindoqan, lê AKP dîyar dike ku CHP û DEM Partî hevkarîyeke veşartî dimeşînin.

Li ser îdiayên AKP’ê, karbidestên DEM Partî dibêjin ku ew dixwazin li Stenbolê serketina xwe bibînin û ew xebatan jibo serfirazîya xwe dikin.


Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG