Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye û Îraq Ser Pirsên Ewlehî û Enerjiyê li Bexda Kom Dibin


Wezîrê Derve yê Tikriyê Hakan Fîdan û Hevpîşeyê Wî yê Îraqî Fuad Husên
Wezîrê Derve yê Tikriyê Hakan Fîdan û Hevpîşeyê Wî yê Îraqî Fuad Husên

Wezareta Derve ya Tirkîyê îro Çarşemê ragihand ku , karbidestên payebilind yên Tirkîyê û Îraqê wê sibe Pêncşemê li Bexdayê bicivin, da ku hevkarîya enerjîyê, mijarên ewlehî û berevanîyê gotûbêj bikin.

Berdevkê Wezaretê Oncu Keçelî di preskonferanseke li Enqerê dîyar kir ku wezîrê derve Hakan Fîdan, wezîrê berevanîyê Yaşar Guler û Serokê sazîya Îstixbaratê (MÎT) ya Tirkîyê Îbrahîm Kalin wê bi hevtayên xwe yên Îraqî re , li Bexdayê di "Hilcivîna Ewlehîyê" de bicivin.

Oncu Keçelî anî ziman ku di warê têkoşîna dijî terorê de û gavên berbiçav yên ku di vî warî de dibe werin avêtin wê pêşxistina têgihiştineke hevpar li ser masê bin, " Keçelî got.

" Ji alîyê karbidesên Îraqî ve pênasekirina PKK'ê wek xeterîyek hevpar ya ewlehîyê nîşan dide ku li Îraqê jî xwesteka şerê dijî PKK'ê pêş dikeve û em pêşwazîya vê yekê dikin," Keçelî got.

Kecelî herwiha da zanîn ku di hevdîtinan de wê ji ser xeta borîya Îraq -Tirkîyê jinûve veguhestina petrolê jî were gotûbêjkirin.

"Me di Cotmeha borî de gotibû ku veguhestina petrolê dikare li ser vê boriyê destpê bike, jibo me ti pirsgirêk tine. Lê, em fêm dikin ku Îraq hîn ne amade ye," Keçelî got.

Wî ragihhand ku Enqere dixwaze hemû alîyên li Îraqê di çarçoveya diyalog û ji hev têgihiştinê de peymaneke çêbikin û di zûtirîn dem de veguhestina petrolê jinûve dest pê bike.

Kecelî destnîşan kir ku karbidestên her du welatan wê hevkarîya li ser gaz û enerjîya nûjen û herwiha serdana plankirî ya Serokê Tirk Tayyîp Erdogan ya bo Bexdayê jî gotûbêj bikin.

XS
SM
MD
LG