Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Hilbijartinan ya Îraqê Dibêje Hilbijartinên Herêma Kurdistanê di Dema Xwe de Çêdibin


Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Îraqê îro Sêşemê ragihand ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê wê di dema dîyarkirî de çêbin.

Serokê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Hewlêrê Ferhad Esed Şetna ji Dengê Amerîka re got ku tomarkirina navên partîyên sîyasî, hevbendî û namzedên serbixwe didome û heta niha 12 lîst hatine qebûl kirin.

“Me jibo hilbijartinên parlamana Herêma Kurdistanê 1266 navendên hilbijartinê û 6542 navendên dengdayînê amade kirine. Li Hewlêrê heta niha 25 berbijarên serbixwe û 2 hevbendî jibo beşdarbûna hilbijartinan hatine tomar kirin.”

Şetna da zanîn ku ewê jibo şefafî û rekûpêkî 4 kamerayên çavdêrîkirinê û kamerayên neliv (sabît) li her navendeke hilbijartinê bi cîh bikin.

Pisporê hilbijartinan Deştî Sadiq ji Dengê Amerîka re got ku girêdayî pêkanîna hilbijartinan ti pirsgirêkeke hiqûqî tuneye, lê pirsgirêkên partîyên sîyasî hene. “Niha li şûna Komîsyona Hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ya Îraqê heye û wê jî ragihand ku hilbijartin wê di 10ê Hezîranê de çêbin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) biryara boykotkirina hilbijartinên parlamanê dabû ku li ber e di 10’ê Hezîrana 2024’ê de çêbin.

XS
SM
MD
LG