Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Dibêje Hêzên NATO Neçin Ukrayna


Italy's Foreign Minister Antonio Tajani addresses the opening session on the first day of the Ukraine Recovery Conference in London on June 21, 2023. (Photo by HENRY NICHOLLS / POOL / AFP)
Italy's Foreign Minister Antonio Tajani addresses the opening session on the first day of the Ukraine Recovery Conference in London on June 21, 2023. (Photo by HENRY NICHOLLS / POOL / AFP)

Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tajana dîyar kir ku divê yekîneyên NATO neçin Ukrayna.

Tajana dîyar kir ku ger yekîneyên NATO herin Ukrayna wê rîsa çêbûna Cenga Cîhanê ya Sêyan mezintir bibe.

‘’Li gor min divê NATO nekeve Ukrayna. Ev rêkeke şaş e. Divê em alîkarî bidin berevanîya Ukrayna, lê şerekî dijî Rûsya yê bi yekîneyên NATO wê rîska çêbûna Şerê Cîhanê yê Sêyan mezintir bike.’’

Wî dîyar kir ku artêşa Îtalya berevanîya aştî û azadîyê dike û ew bi karên xwe yên li Lubnan, Afrîqa, Îraq û Deryaya Sor serketî ye.

Di rojên borî de Serokomarê Fransa Emmanuel Macron gotibû ku ew dikarin ser şandina leşkeran jibo Ukrayna danûstandinê bikin, lê ew fikir ji alîyê hevbendên Rojavayî ve hatibû red kirin.

Serokwezîrê Fînlandîya Petteri Orpo pêr Çarşemê got ku Rûsya dijî dewletên Rojavayî hazirîya şerekî demdirêj dike.

Orpo li Parlaman Ewrupa dîyar kir ku divê jibo berevanîya Ewrupa pirtir dirav were xerc kirin û kordînasyon were berfireh kirin.

Fînlandîya û Swêd, piştî Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir, serî li NATO dan û bûn endamên hevpeymanîyê.

XS
SM
MD
LG