Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diyar Hesso: Fîlmê Kobanê Rastbînîya Berxwedana Kurdan Nîşan Dide


Diyar Hesso
Diyar Hesso

Komîna Film a Rojava yek ji dezgehên hunerî yên Rêveberîya Xweser e, li Rojava anku herêmên Kurdî li Bakur Rojhilata Sûrîyê ye.

Vê komînê di meha Îlona sala 2022an de , fîlmê xwe yê nû bi navê "Kobanê" belav kir.

Li gor derhênerê alîkar û çêkerê fîlm Diyar Hesso, ev fîlm rastîya şerê li dijî terorîstan dîyar dike û lehengî û qehremanîya keç û xortên Kurd dide ber çavan.

Jimareke mezin ji lîstkvanên fîlm ne aktorên profosynel, lê kesên sivîl yan jî şervan in.

"Xelkê bi coşeke mezin beşdar bû û alîkarîya me kir jiber ku me çîroka wan ya rastî digot û ew beşek in ji vê rastîya ku li Kobanê bû," Hesso dibêje.

Fîlm beşdarî çend festîval û pêşbirêkên sînema cîhanî bûye û hîn jî başdar dibe.

Hesso pir geşbîn e ku ev fîlm nerîneke cuda bide berxwedana Kurdan û cîhanê yan jî temaşevanên bîyanî nêzîkî jîyana Kurdan bike.

Deng û Reng Diyar Hesso-Mon-11-07-2022-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:02 0:00
XS
SM
MD
LG