Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Kurdên Tirkîyê Dikarin Bandorê li Hilbijartinên Stenbolê Bikin


Hilbijartinên Tirkiyê
Hilbijartinên Tirkiyê

Anketên derbarê hilbijartinên 31ê Adarê li Tirkiyê radigihînin ku piranîya Kurdên li Stenbolê wê roja Yekşemê alîgirya jibo partîya xwe deynin hêlekê û li hember Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, ku demekê ew bajar bi rêve dibir, piştgirî bidin hevrikê wî yê herî mezin.

Hilbijêrên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî), ku partîyeke li hêla Kurdan e, di hilbijartinên 2019’an de piştgirî dan Ekrem Îmamoglu û dawî li desthilata 25 salan ya li Stenbolê ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û pêşengên wê anîn.

Bi serketina Îmamoglu re muxalefeta Tirkîyê li hember îqtidarê zemîneke berxwedanê bi dest xwe xist. Lê, muxalefet Gulana borî di hilbijartinên seroktîyê de li hember Erdogan têk çû û rewişa sîyasî ya welêt guherî. Di rewişa niha hilbijêrên DEM Partî jibo pêşvebirina mafên Kurdan bûne du hêl.

Anketên li Stenbolê nîşan didin ku berbijarê Partîya Gel ya Komarî Îmamoglu û berbijarê AKP’ê Murat Kurum deqedeq diçin û DEM Partî li dû wan dimîne.

Jiber vê rewişê hilbijêrên DEM Partî bi ‘’dilemma’’yekê rûbirû mane; divê ew bi dilên xwe yan bi hişên xwe dengên xwe bidin?

Ji SAMER’ê Yuksel Genç dide zanîn ku 40 ji sedê alîgirên DEM Partî wê dengên xwe bidin Îmamoglu.

Genç dibêje ew alîgir dixwazin dengên xwe bidin berbijarê partîya xwe, lê ew naxwazin ku berbijarê AKP’ê bi ser keve.

Hikûmeta Erdogan piştî prosesa aştîyê, ku jibo bidawîkirina serhildana Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) destpê kiribû, sala 2015’an hilweşî, zexta li ser partîyên Kurdan zêde kir.

DEM Partî bi 10 ji sedê kursîyên parlamana Tirkîyê partîya mezin ya 3’yan e û li ser bingeha Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ava bûye.

HDP di hilbijartên borî de jiber girtina bi hezaran endamên wê û dûrxistina bajarvanan ji kar derbeke mezin xwar, lê DEM Partî li rojhilata Tirkîyê, ku piranîya nifûsa wir Kurd e, hîn jî xurt e.

Ji Rawest Researchê Roj Girasun dibêje DEM Partî û CHP’ê jibo hin herêmên Stenbolê li hev kirine û jiber vê jî hilbijêrên DEM Partî dikarin bi hêsanî dengên xwe bidin Îmamoglu ku nîvê wan hilbijêran helwesteke wisa nîşan didin.

Erdogan, ku ji 1994 heta 1998’an bajarvanê Stenbolê bû, ser danûstandina CHP û DEM Partî got ku ‘’bazareke kirêt’’ dikin.

Berbijara DEM Partî ya jibo Bajarvanîya Stenbolê Meral Daniş Beştaş îdiayên ser bazar û dengdana bi taktîktan red kir.

Beştaş di hevpeyvînekê de dîyar kir ku ew bang li hilbijêran dikin ku dengên xwe bidin DEM Partî û got ku her partî sîyaseta xwe dimeşîne.

Di demên dawî de pêşengên sîyaseta Kurdan jibo Kurdên li Tirkîyê, ku 15-20 ji sedê nifûsa 85 mîlyonî ne, mafên çand û ziman bi dest xwe xin banga proseseke nû ya aştîyê dikin, lê hikûmet dibêje ku ewê havînê operasyonan bibe ser mîlîtanên Kurd yên li Îraqê.

Beştaş dîyar dike ku niha hîn ti nîşana prosesa aştîyê tuneye, lê dibêje ku jibo demokratîkbûnê divê pirsa Kurdan were çareser kirin. Ew dibêje jiber ku Kurd hîn jî bi cudakarîyan re rûbirû dimînin ew niha nikarin bibêjin ku Tirkîye demokratîk e.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG