Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belcîka Banga Aramiyê li Kurd û Tirkan Dike


Alozî di mîtînga civaka Kurd de li Heusden-Zolder,li Bruksel 25ê Adarê , 2024. (Photo by ERIC LALMAND / BELGA / AFP) /
Alozî di mîtînga civaka Kurd de li Heusden-Zolder,li Bruksel 25ê Adarê , 2024. (Photo by ERIC LALMAND / BELGA / AFP) /

Serokwezîrê Belçîka Alexander De Croo îro Çarşemê banga aramîyê kir, piştî ku aloziyên di navbera komên Tirk û Kurd de li wî welatî çend roj berîya hilbijartinên herêmî li Tirkîyê, zêde bûne.

"Em ji her kesî daxwaz dikin ku aram bibin, dev ji provokasyonan berdin û jiyana bi hev re, di ahengîyê de bidomînin, mîna ku me bi dehan salan e li welatê xwe pêkanîye ," De Croo got.

Wî herwiha bang kir ku xwepêşandanên piştgirîyê yên jibo rêxistinên ku wek terorîst hatine binavkirin, werin sekinandin ku amaje bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) kir.

" Ka werin em van xwepêşandanên piştgiriyê yên jibo rêxistinên ku wek terorîst hatine binav kirin rawestînin," wî ji rojnamevanan re got.

PKK ya ku di sala 1984’an de dijî dewleta Tirk çek hilgirtîye, ji alîyê Enqere û hevbendên wê yên Rojavayî ku Belçîka jî di nav de ye, wek rêxistineke terorîst tê nas kirin.

Evara 21’ê Adarê, li rojhilata Belçîka di navbera hin komên Tirk û Kurd de pevçûn qewimîn; ku alîyan jibo destpêkirina alozîya metirsîdar hevdu bi îdiayên dijber tawanbar dikin.

Wezareta Derve ya Tirkîyê "milîtanên PKK'ê" yên ji Leuvenê jiber pevçûnên roja Yekşemê yên li Limburgê tawanbar kir.

Lê, NavBel, sazîya ku nûnertîya komên Kurd yên li Belçîka dike, dîyar kir ku alozî jiber vê yekê rûda ye û piştre jî belav bûye; piştî ku malbateke Kurd ya ji Sûrîyê rastî "êrîşeke hovane" ya endamên Gurên Boz yên Tirk hatiye.

Rexistina Gurên Boz, komek tundrê ya nîjadperest ya Tirk e.

Piştî vê bûyerê, şeva Duşemê komeke bi darên beyzbolê avêtine ser qehwexaneyek li Vise ya li nêzî Liege û di encamê de jimarek kes birîndar bûne ku tê texmîn kirin ku êrîşek dij-Tirkan be.

Dozgeriya giştî ya Limburg û Liege ji AFP re piştrast kirin ku ew li ser bûyerên tundîyê lêpirsînê dikin, lê wê zêdetir agahdarî eşkere nekirin.

Ji alîyê din ve, roja Duşemê piştî xwepêşandana komên Kurd li ber Parlamentoya Ewrupa ya li Brukselê girjî dîsa bilind bû, ku jibo şermezarkirina alozîyên dawîya hefteyê hatibû, darxistin.

Ew xwepêşandan ber bi tundîyê ve çû û polîsan bi ava şid nêzî 200 kesên ku wêneyên Rêberê PPK’ê Abdullah Ocalan yê girtî hildabûn, belav kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan roja Yekşemê bi şev piştî şer û pevçûnan bi hevtayê xwe yê Belçîkî Hadja Lahbîb re li ser telefonê axifî.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî êvara Sêşemê bi vîdyoyekî parve kir ku wî bi yek ji birîndarên ku 16 salî yê û bi eslê xwe Tirk e re, bi telefonê axifî ye.

Serokwezîr De Croo herwiha anî ziman ku Belçîka hilbijartinên herêmî yên li Tirkîyê ku di 31ê Adarê de, werin kirin ji nêz ve dişopîne.

XS
SM
MD
LG