Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berteka Kurdên Sûriyê li Dor Rapora Netewên Yekbûyî


Efrin
Efrin

Di hefteya borî de komîteya taybet ya Netewên Yekbûyî (UN) li dor Sûrîyê raporek weşand, kurdên Sûrî raporê bi erênî dinerxîn in, lê hin rexneyan wan jî hene.

Komîsyona Lêkolînê ya Sûrîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi raporekê ragihand ku pêla tundûtûjîyê ya li Sûrîyê bilind bûye.

Rapor dîyar dike ku alîyên şerker li gelek enîyan zararê didin binesazîyê û sîvîlan û krîza mirovahî ya li Sûrîyê kûrtir dikin.

li herêma Kurdên Sûrîyê ew rapor çawa hat nirxandin?

Komela Mafê Mirovan ya herêma Cizîrê dibêje tevî rapor bi giştî erê ne ye. Lê Evîn Cûma seroka Komelê dibêje ku di raporê de daxwaz ji Tirkîyê daxwaz hat kirin ku rê ber van sûcan bigre.

Cûma dibêje "Jiber ku Tirkiye bi xwe li Sûriyê li herêmên Kurdan sûcan pêktîne," pêwîst bo NY Tirkiye bo tawanên ku ew encam dide hişyar kirbaye, weke Evîn Cûma dibêje.

Lê gorî birêz Cûma ev kêmasîya raporê ye, divê Turkîyê wek sûcdar hatiba destnîşan kirin.

Komle û rêxistinên sivîl dibêjin ku herêmên kurdî jêr kontirola Tirkîyê binpêkirin û revandin û girtina kurdan bi rengekî sîstematîk tê kirin.

Rêxistina Tazir ku guhdanê dide qurbanîyê şerê navxweyî li Sûrîyê amarên binpêkirina girtin û revandinê li Serêkanîyê belge kir ye.

Di raporê de operasyonên artêşa Tirk yên dijî Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî cîh girt.

Li gor raporê, Tirkîyê êrîşên esmanê birine ser navendên enerjîyê û bi binpêkirina zagona mirovî ya navneteweyî ye ku bi qasî 1 mîlyon kes bi hefteyan tî û bê elektrîk hiştine.

Rapor dîyar dike ku di êrîşên dronî de sîvîl jî hatine kuştin ku êrîşên bi wî rengî dikarin wek tawanên şer werin tomarkirin.

NY dide zanîn ku di nav van alozîyan de li Sûrîyê 16,7 mîlyon kes li benda alîkarîyan in ku ev ji destpêka krîzê vir ve hejmara herî bilind e.

Rapora Komîsyona Lêkolînê ya Sûrîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi rengekî erênî Ii herêma kurdên Sûrîyê hat nirxandin, ku têde binpêkirinên dermafê kurdan hat naskirin, lê rexneya wê jî eve, ku Turkîyê sûcdare û ne bêalîye ji van binpêkirinan.

Nirxandina Rapora NY li Dor Rewşa Herêmên Kurdan li Sûriyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00
XS
SM
MD
LG