Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

PDK Dibêje Ewê Hilbijartinên Parlamanê Boykot Bike


Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku ewê hilbijartinên parlamana Herêma Kurdistanê boykot bike ku çavdêr pêşbînî dikin ku di 10ê Hezîranê de werin lidarxistin.

Endama Komîteya Navendî ya PDK Eşwaq Caf ji ji Dengê Amerîka re got ku ew jibo şermezarkirina binpêkirinên makezagonê, ku Dadgeha Bilind ya Federal li dijî Herêma Kurdistanê û sazîyên destûrî pêk tîne, ewê hilbijartinan boykot bikin.

“Biryarên Dadgeha Federalî zîyanê digehînin prosesa sîyasî yali Kurdistanê. PDK dilgiran e ku Dadgeha Federalî ya Îraqê xala 117an ya qanûna bingehîn ya Îraqê binpê kiriye. Qanûnek ji alîyê parlamana Kurdistanê hatiye derxistin û çend caran hatiye cîh kirin jiber ku ew ne li dijî ti xaleke makezagonê ye. Loma em wê biryarê wek destwerdana desthilatdarên li Bexda dibînin.”

Dadgeha Bilind ya Federal ya Îraqê li ser du gilîyên Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) di 21ê Sibatê de biryar dabû ku parlamana Herêma Kurdistana Îraqê were betal kirin.

Dadgeha Federalî meha borî biryar dabû ku 11 kursîyên kotayî ku jibo kêmanîyên olî û netewî hatibûn veqetandin, were rakirin û hejmara kursîyên parlamanê 100 bin.

Caf da zanîn ku wek protestokirina wê biryarê pêkhatên Tirkmen, Keldan, Suryan û Ermen jî wê hilbijartinên parlamentoyê boykot bikin.

Serokê Dezgeha Karûbarên Partîyên Sîyasî ya Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Serbixwe ya Îraqê, Ferhad Esad Şetna di 15ê Adarê de ji Dengê Amerîka re gotibû ku ji 39 partîyên sîyasî, tenê 9 wê beşdarî hilbijartinan bibin.

Li ber e hilbijartinên parlamana Kurdistanê ku di 10ê Hezîranê de pêk werin ku jiber pirsgirêkên navbera PDK û hevrika wê, YNK di Cotmeha 2022an de çênebûbûn.

Dû re her du partî li ser dirêjkirina dema parlamanê bo saleke din hevbîr bûbûn, lê di Gulana sala borî de Dadgeha Bilind biryar dabû ku hemû biryarên parlamanê yên piştî dirêjkirina neqanûnî wê pûç bûne.

XS
SM
MD
LG