Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Salekê ji Erdheja Wêranker, Rewşa Cindirêsa Efrînê Çi Ye?


Di 6ê Şibata sala par 2023an de, 2 erdhejên pir mezin li bakur rojavayê Sûrîyê û başûrê Tirkîyê çêbûn.

Navenda erdhejê devera Mereşê ya li Tirkîyê bû, lê herêma Efrînê û bi taybetî nahîya Cindirêsê pir zarar di vê erdhejê de dîtibû, çi mirovên ku di bin kavilan de man û bûne qurbanî yan avahîyên rûxiyabûn.

Felaketa erdhejê rewşa Efrînê kiribû rojev, ku ev herêma Kurdî ji sala 2018an de, di bin dagirkerîya Tirkîyê de ye, û grûpên çekdar yên opozisyona Sûrî binpêkirin û sûcên dijî mafên mirov lê encam didin.

Herwiha li gor çalakvanên Kurd erdhejê zehmetî û êşên şênîyên Kurd li Cindirêsê zêde kirine, ku wan pir kêm alîkarîyên mirovahî wergirtine, jiber ku cudakarî derheqê zarardîtî û mexdûrên Kurd yên erdhejê de hatiye kirin.

Jibo zanîna agahîyîn pirtir li ser vê mijarê.

  • Rewşa Efrîn û Cindirêsê piştî salekê ji erdheja wêranker bi taybetî zarardîtîyên Kurd.
  • Karê rêxistinên mirovahî û çiqas bi Kurdan re li wê derê bûne alîkar.
  • Metirsîyên guhertina demgorafîk û avakirina wargehan di bin navê alîkarîya qurbanîyên erdhejê de.

Di Mijara Rojê de ev babet bi du mêvanan tê gotûbêj kirin, ew jî:

  • Rojnamevan û edîtorê rojnameya Levant News, Şîyar Xelîl.
  • Çalakvan û rojnamevan Roj Mûsa.

Jibo guhdarîkirina tevahîya bernameyê fayla deng vekin.

NR_02_08_2023_Erdhej
please wait

No media source currently available

0:00 0:47:36 0:00

XS
SM
MD
LG