Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyoza Amerîka ya li Îraqê Dibêje Gefên DAIŞ'ê Didomin


Balyoza Amerîka ya li Îraqê Alina Romanowski got ku gefên Dewleta Îslamî yên dijî Îraqê dewam dikin.

Romanowski di hevpeyvîna ajansa nûçeyan ya Reutersê de dîyar kir ku karên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka û Îraqê yên jibo pûçkirina DAIŞ’ê hîn neqedîyane.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa el-Sudanî jî di nav de sîyasetvanên Îraqî di rojên borî de jimareke caran gotibûn ku DAIŞ êdî dijî Îraqê ne ti gef e û dîyar kiribûn ku pêdivî bi koalîsyonê tuneye.

‘’Em dizanin ku gefên DAIŞ’ê didomin û hîn dawî li karê me nehatiye. Bi hevkarîya me, em dixwazin ku hêzên Îraqî bi awayekî mayînde DAIŞ’ê têk bibin.’’

Romanowski piştî baskê DAIŞ’ê yê Afganistanê, DAIŞ-K berpirsîya êrîşa li Moskowê, ku di encamê de 137 kes hatibûn kuştin, girt ser xwe, axifî.

Wê ser êrîşê got ku bûyera li Moskowê nîşan dide ku DAIŞ dijmineke terorîst e û divê li her derê were pûç kirin.

Balyoza Amerîkî dîyar kir ku Amerîka û Îraq li hev dikin ku ew jibo têkbirina DAIŞ’ê hevkarîyê bikin.

Serokwezîrê Îraqê wê 15’ê Nîsanê li Washingtonê bi Serokê Amerîka Joe Biden re bicive û ser siberoja koalîsyon, reformên aborî danûstandinê bike.

Koalîsyon ser têkbirina DAIŞ’ê alîkarîyê dide hêzên Îraqî, lê hin karbidestên Rojavayî dibêjin Amerîka û hevbendên wê koalîsyonê jibo kontrolkirina Îranê bi kar tîne.

Romanowski ser danûstandinên Washington û Bexda, ku serê salê piştî pevçûnên komên bi piştgirîya Îranê û hêzên Amerîka destpê kiribûn, got ku qedandina karên koalîsyonê wê hinekî wext bistîne.

Hêzên bi pêşengîya Amerîka sala 2014’an jibo têkoşîna dijî DAIŞ’û çûn Îraqê. Li Îraqê niha bi qasî 2,500 leşkerên Amerîka hene.

DAIŞ sala 2017’an li ser axên kontrol kiribû hat têk birin û Bexda jî dîyar kir ku dawî li karê koalîsyonê hatiye.

Romanowski dîyar kir ku Ewê li gor kanînên hêzên Îraqî, rewişa operasyonan û gefên DAIŞ’ê dawî li koalîsyonê were.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG