Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Xwepêşandanên Nerazîbûnê Berfireh Dibin


Dîmeneke ji xwepêşandanên îro li derveyê parlemantoya Îraqê, 12 Tebax, 2022.
Dîmeneke ji xwepêşandanên îro li derveyê parlemantoya Îraqê, 12 Tebax, 2022.

Komên hevrîk yên Îraqê îro Înê daketin kolanên paytext Bexdayê û avakirina hikûmeteke nû kirin.

Alîgirên rêberê Şîa Muqteda el-Sadr daxwaza hilbijartinên pêşwext dikin û rikberên wî yên ku Îran piştgirîya wan dike jî dibêjin ku divê encamên hilbijartinên Cotmeha borî werin qebûl kirin.

Bi hezaran alîgirên Sadr îro derveyê parlemantoya Îraqê nimêja Înê kirin û û piştgirî dan banga rêberê Şîa yê hêdar ya herî dawî.

Sadr roja Çarşemê (10 Tebax 2022) bang li sazîya dadwerî ya Îraqê kir ku erkdarîya parlementoya welêt heta dawîya hefteya pêş betal bike.

Piranîya şagirtên Sadr wek destnîşana meha Muharremê ya misilmanan cil û bergên reş li xwe kiribûn û hinekan jî kefenên sipî ku sembola gore ye û dilxwaziya wan ya bo mirinê nîşan dida, li xwe kiribûn.

Piştî nimêje wan bi li derveyî parlamentoyê bi meş,axaftin, qîrîn û wêneyên Sadr piştvanîya xwe ya bo wî dîyar kirin.

Meleyekî ji ser dîka mezin ji girseyê re gotareke pêşkeş kir û got ku heya ku Sadr li vir be, hûnê nikaribin Îraqê têk bibin.

"Ji vê şoreşê veger tuneye û gel dev ji daxwazên xwe bernade," wî got.

Mihemed Elwan yê 40 salî ku wêneyê Sadr hilgirtibû, got ku: "Me serî hilda û veger tune ye."

Hinekan wêneyên Sadr û bavê wî ku ew jî meleyekî navdar e, û herwiha alên Îraqê radikirin.

Sadr di hilbijartinên Cotmehê de weke serkeftîyê herî mezin derket lê wî di hevla avakirina hikûmetê de bi serneket.

Ew jiber serneketina hewla xwe ya bo avakirina hikûmetê, partîyên hevalbendên Îranê tawanbar dike û herwiha wan bi gendelîyê jî sûcdar dike.

Sadr di Hezîranê de parlamenterên xwe ji parlamentoyê vekişand û piştre banga hilbijartinên pêşwext kir û di qanûna bingehîn ya welêt de guhertinên ne zelal daxwaz kir.

Lê, rikebirên Sadr yên sîyasî bicîhanîna daxwazên wî qebûl nekirin ku piranîya wan Şîa ne, yên ku Îran piştgirîya wan dike.

Xwepêşandanên Rikeberên Sadr

Çend demjimêran piştî xwepêşanda bo piştgirîya Sadr, vê carê bi hezaran rikeberên Sadr li nêzî Herema Ele (Green Zone) kom bûn û meşîyan.

Rikeberên Sadr jî daxwaza avakirina hikûmeta nû Îraqê kirin, lê ew israr dikin ku divê hikûmeta nû li gor encamên hilbijartinên Cotmehê were ava kirin..

Wan di xwepêşandana îro de hikûmeteke xwestin ku divê ji partîyên ku alîgirên Îranê yên li parlamentoyê pêk were, ku hevrikîya Sadr dikin.

Hinekan wêneyên General Qasim Silêmanî, berpirsê serokê Nobedarên Şoreşa Îranê radikirin ku di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de li Bexdayê du sal berê hatibû kuştin.

Ebu Elî el-Behanî yê ku wêneyê Silêmanî radikir got ku Silêmanî jibo wan şer kir.
"Em dixwazin ku hikûmet ser bingeha hilbijartinên demokratîk were ava kirin ku em beşdar bûbûn,” el-Behanî got.

Bi hatina şevê re, rikeberên Sadr dest bi vekirina konan kirin.

Wan dîyar kirin ku ew dest bi çalakîya rûniştinê ya bêdawî dikin û heya ku daxwazên wan bi cih werin ewê çalakîya xwe bidomînin.

Mihamed Yasîn yê 35 salî wiha got:

"Îro emê dest bi çalakîya rûniştinê bikin. Gel nikare hilbijartineke din pêk bîne. Em westîyane."

Li heremên din yên Îraqê jî xwepêşandanên piçûktir hatin darxistin.

Rikeberên Sadr jî wî bi gendelîyê tawanbar dikin. Ew dibêjin ku hin sazîyên Îraqê yên ku herî xirab û bi gendelîyê têne rêvebirin, di destên şagirtên Sadr de ne.

Pispor û çavderan dibêjin ku Sadr bi van xwepêşandanên ku bi mîlyonan Îraqî beşdar bûn destnîşan kir ku ew hîn jî dikare bi sed hezar kesan kom bike, ger pêwîstiya wî bi givaştina siyasî hebe.

XS
SM
MD
LG