Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hesekê Kolanek bi Du Hikûmetan


Di vê wêneya Kolana Filîstînê li Hesekê alîyê rastê di destê hikûmeta Sûrî de ye û yê çepê li jêr desthilata Rêvebirîya Xweser e.
Di vê wêneya Kolana Filîstînê li Hesekê alîyê rastê di destê hikûmeta Sûrî de ye û yê çepê li jêr desthilata Rêvebirîya Xweser e.

Kolana Filîstin li navenda bajarê Hesekê yê bakur û rojhilatê Sûrîyê ne gelekî cuda ye ji yên din li cihekî ku ev çend sal şer li heye: bazareke qerebalex tê de bikir li nav dikanên tozgirtî diçin û tên, li heman dema ku xwedîyên erebeyên firotinê bi qêrînên xwe hestekî çalakî didin vî cihî. Tiştekî ne normal tune ye.

Lê jiber ku ez rojnamevan im û bala xwe didim hertiştî, yekser tiştekî balkêş hat ber çavên min. Piranîya dikanên ku li rexê rastê yê kolanê deriyên xwe bi alên Sûrî boyax kirine. Lê dikanên li alîyê din ne al ne jî ti sembolên din li ser deriyên xwe boyax nekirine.

Mirovekî min, ku xwedîyê dikaneke cil û caw li wê kolanê ye, demûdest şaşmayîna min dît.

“Erê, tiştekî ecêb e, jiber ku hemû dikanên li rexê rastê yê kolanê di bin kontrola hikûmeta Sûrîyê de ne. Yên rexê çepê li jêr kontrola Rêvebirîya Xweser in,” mirovê min got.

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê sala 2014’an hate damezrandin, nêzîkî du salan piştî ku herêma Kurdan ket bin kontrola hêzên Kurdî. Ev rewş hat holê piştî ku hêzên hikûmeta Sûrîyê ji deverê vekişîn da ku şerê serhildayên dijî hikûmetê li deverên din yên Sûrîyê bikin.

Di salên li pey wê de, destkeftên leşkerî yên mezin ji alîyê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ve, bi taybet li dijî rêxistina terorîst ya DAIŞ’ê, bûne egera avabûna desthilateke berfireh bi serkêşiya Kurdan li bakur û rojhilatê Sûrîyê.

Dîmeneke dikanên Kolana Filîstinê li alîyê hikûmeta Sûrî.
Dîmeneke dikanên Kolana Filîstinê li alîyê hikûmeta Sûrî.

Bi piştgirîya koalisyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê ku Amerîka serkêşîya wê dike, niha dora sêyekê ji axa Sûrîyê di destê HSD’ê de ye. Ew duwem mezintirîn devera Sûrî ye, piştî deverên jêr kontrola hêzên hikûmeta Şamê.

Rêvebirîya Xweser sîstemeke hikûmranîyê damezrandiye ku ji ya hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed cuda ye. Qanûn û biryarên wê ji alîyê dezgeheke ewlekarî ya berfireh ve tê birêvebirin, di nav de hêzên Asayîşê, polîsê trafîkê, yekîneyên dijî terorê û dezgehên din hene ku hinek ji wan ji alîyê Amerîka û welatên din yên Rojavayî ve hatine perwerdekirin.

Lê têgihiştina kê çi û ku de li vir kontrol dike ne hêsan e. Rewşa Kolana Filîstinê li Hesekê mînaneke baş e ku dînamîkîyên hêz û desthilatê li vî beşê Sûrîyê şîrove dike.

“Bacên ji dikandarên ser vê kolanê ji alîyê du ajansên bacan ve tên komkirin. Li ser wê yekê dimîne ka dikana te li kîjan rexî dikeve,” xwedîyê dikaneke firotina alavên elektronîk li Kolana Filîstinê ji min re got.

Li jêr desthilatdarîya Partîya Ba’as, hikûmeta Sûrîyê navê kolanê lê kiribû wekî nîşana piştgirîya jibo Filîstînîyan.

Li cem hikûmeta Sûrîyê û Rêvebirîya Xweser du rojnameyên betlane û bînvedanan yên cuda hene ku pêkanîna wan li kolana Filîstîn dîyar dibe.“Dema betlaneyek ji alîyê Rêvebirîya Xwese hebe, hemû dikanên li rexê me derîyên xwe digirin û yên li wî rexê din vekirî dimînin, û berevajî wê jî,” yê dikandar got.

Wekî din, tenê çend gav di navbera xalên kontrolê yên rejîma Sûrî û yên Kurdan de hene. Tenê cilên fermî yên leşkeran herdu xalan ji hev cuda dikin.

Firoşkarekî şînkayê li Kolana Filîstînê li Hesekê.
Firoşkarekî şînkayê li Kolana Filîstînê li Hesekê.

Kolana Filîstinê dora kîlometreyekê dirêj e ku dawîya wê digihêje ser Çargoşeya Ewelarî. Ev cihê biçûk yek ji çend deverên sînordar e ku hîn li jêr kontrola hêzên hikûmetê li Hesekê ne. Deverên din yên bajêr bi tevahî di destên hêzên Kurdan de ne.

Ne gelekî dûrî navenda bajêr bingeheke leşkerî ya Amerîkî heye. Ew yek ji çend bingehên leşkerîya Amerîkayê ne ku hatine damezrandin wekî beşek ji hevkarîya Amerîka ligel HSD’ê dijî DAIŞ’ê.

Nêzîkî 900 leşkerên Amerîka li seranserê deverê hene. Ew beşekî girîng in jibo alîkarî û şîretkirina hêzên xwecihî yên Kurdan di şerê dijî bermayên DAIŞ’ê de.

Lê Amerîka ne tenê hêza biyanî ye ku leşkerên wî li ser erdê li vir hene. Li devera jêr kontrola hikûmetê li Hesekê û çend deverên din, Rûsya ya ku alîgireke hêzdar ya hikûmeta Esed e cihê pêyên xwe li vir çêkiriye.

Piranîya leşkerên Moskowê sala 2019’an hatin deverê piştî ku Amerîka hinek hêzên xwe ji deverê vekişand û ew yek bû sedema operasyoneke berfireh ji alîyê Tirkîyê ve. Tirkîye, ku HSD’ê wekî rêxistineke terorîst dibîne, hebûneke leşkerî ya berçav li çend bajarên Kurdan li bakurê Sûrîyê heye piştî çend operasyonên leşkerî dijî şervanên Kurd.

Hebûna gelek hêzên biyanî û xwecihî, ku piranîya wan dixwazin deverê kontrol bikin, desthilata xwecihî ya Kurdan neçar kiriye ku balansekê li herêmê çêbike, bi taybet ligel hêên hikûmeta Sûrîyê, da ku ev dever ewle bimîne.

Kolana Filîstinê mînaka rewşeke siyasî ya ne fermî ye, tê de desthilateke nû dixwaze xwe tevî hemû astengîyan li pêş bixîne û hikûmeteke navendî ya lawaz ku hewil dide desthilata xwe ya kevin vegerîne. Ew herwiha nîşaneke ku tîne bîra mirov ku hîn şerê Sûrîyê yê 13 salî hîn nehatiye çareserkirin.

XS
SM
MD
LG