Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Doseya Navokî Ya Îranê Piştî Krîza Ukraynayê


Di demkê de ku çalakiyên dîplomatîk yên girêdayê krîza Ukraynayê li seranserî cîhanê zêde bûne, doseya navokî ya Îranê û axaftinên girêdayî wê li Vieennayê ji meha Adarê ve hatine rawestandin.

Îran dixwaze ku Amerîka pasdarên şoreşgerî yên Îranê ji nav lîsta terorê derxe da ku ew careke din axaftinan berdewam bikin.

Amerîka hefteya borî got ku ew hewlên Yekîtiya Ewrupî ji bo nûvejandina rêkeftina navokî ya sala 2015an bi bilindî dinirxîne lê tiştekî pişrast li dor rêkeftinekê nîne.

Berpirsên Yekîtiya Ewrupî piştî serdana şandê wê bo Tehranê gotibû ku di dema rawêjkariyên bi berpirsên Îranê re, hêviya pêşketinekê hebû li dor vegera ser maseya dilaogê û berdeamkirina axaftinan.

Gelo rakirina Amerîka ya hêzên Pasdaran ji ser lîsta Terorê dikare pirsgirêkên heyî çareser bike?

Bandora şerê Rûsya li dijî Ukraynayê li ser doseya navokî ya Îranê çawaye û çarenûsa axaftinên Viennayê çiye?

Bernameya Tîrêj vê mijarê bi şarezayê karûbarên îran û rojhilata navîn Ebdulla Hîcab re gotûbêj dike.

Hîcab ku li Nerwîj dimîne dibêje,” Niha rewş wisa ye ku hem Amerîka û aliyên ku di eniya Amerîkayê de ne û hem jî Îran, hewl didin û dixwazin ku pirsgirêk were çareserkirin bi awayekî ku herdu alî jî hest bikin ku serkeftî ne, lê pirsgirêkên cidî hene. Meseleya Îranê bi diyalogê nayê çareserkirin, çimkî Îranê ne tenê hêvî , belê planek jî heye ku bibe xwedî çekên navokî.”

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Tîrêj 21-5-2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:51 0:00

XS
SM
MD
LG