Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Kurdên Sûrî yên Ser Tixub Topbaran Dike


Piştî êrîşên Tirkîyê, dûman ji esmanên Serêkanîyê bilind dibin (Arşîv)
Piştî êrîşên Tirkîyê, dûman ji esmanên Serêkanîyê bilind dibin (Arşîv)

Îro Sêşemê 9ê tebaxê artêşa Tirkiyê hejmareke gund û taxên bajarê Qmişlo, dirbêsiyê û Amûdê û Tiltemirê Toparan kir û êrîşên bi palfirên bê pêlot pêkanîn.

Tirkîyê îro Seşêmê di demjimêr derdora 4ê paşî nîvrojê de bi topên hawanan êrîşê ser taxên Meyslûn û Qenat Elsiwês ya bakurî bajarê Qamişlo kir.

Li gor agahîyên destpêkê di encama êrîşa artêşa Tirk de 3 kes ji malbateke birîndar bûne.

Çavkanîyekî ji nexweşxaneya Rehmê ya li bajarê Qamişlo ji Dengê Amerîka (VOA) re ragihand ku jiber êrîşên Tirk yên îro li bajarê Qamişlo 6 birîndar giheştine nexweşxanê.

Topxaneyaa Tirkîyê herwiha gundên Sêgirka û Tilzîwan yên rojhilata Qamişlo toparan kir.

Hat ragihandin ku di vê toparanê de 4 sivîlên li gundê Sêgirka hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Di encama êrîşeke dironekê Tirkîyê li nêzî nexweşxaneya Jiyan ya COVID19 de jî 4 kes din hatin kuştin.

Ji alîyê din ve, artêşa Tirk di danê nîvê rojê de bi topan hejmareke gundên - Şelhûmiyê, Gardêm, Wekîlhesenakê , Miherkan, Mele Ebasan, Tilcîhan – yên li derdora bajarê Tirbêspî bomberan kir.

Li alîyê bajarê Amûdê jî artêşa Tirk hejmareke gundên nêzî sînor toparan kir; gundên Cirnik, Şork, Telhemdûn, Xankê û Xerzê.

Li herema gundewarê ya rojavayê bakurê Tiltemirê jî îro bi berbangê sibê hejmarek gund hatin toparan kirin, gundên Elkuzelî, Til Ellaban, (Elselmasa) ku di encamê de yek kes ji gundê Elselmasa hatiye kuştin.

Bi sedan malbatên ku li herêmên ku îro rastî topbaranan hatin, neçar man ku ji malên xwe derkev in û derbiderî cîhên ewle bibin.

Hêjaye gotinêye ku heya dema amadekirina vê raporê teka teka dengê fîşek û topan û herwiha li alîyê bakurê Qamişlo ya nêzî sînorê Tirkîyê dengê firîna dronên dihatin bîhistin.

XS
SM
MD
LG