Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Îraq ji Vekirina Navendeke Operasyonê ya Hevbeş ya Dijî PKK Germ E


Wezareta Berevanî ya Tirkîyê îro Pêncşemê ragihand ku wê ji Îraqê re pêşnîyar kiriye ku jibo şerê dijî PKKê navendeke operasyonê ya hevbeş damezirînin û Bexdayê jî hefteya borî bi awayekî erênî bersîva wê daye.

Karbidestekî ku nexwest nave xwe eşkere bike, got ku Enqere dixwaze ku divê avakirina navenda operasyonê ya hevbeş di belgeya lihevkirinê de cîh bigire ku çaverê ye ku dema serdana plankirî ya Erdogan ya Îraqê de were îmza kirin.

Karbidestên payebilind yên Tirk û Îraqî, ku di nava wan de wezîrên berevanîyê jî hebûn, hefteya çûyî li Bexda civîbûn ku mijarên girêdayî ewlekarîyê gotûbêj bikin.

XS
SM
MD
LG