Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Enqere bi Bexdeyê re Operasyoneke Diji PKK'ê Gotûbêj Dike


Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan û Serokwezîrê Îraqî M. Şia Al Sudanî
Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan û Serokwezîrê Îraqî M. Şia Al Sudanî

Karbidestên payebilind yên Tirkîyê û Îraqê wê îro Pêncşemê li Bexdayê bicivin û mijarên ewlehîyê, bi taybet jî operasyonên artêşa Tirk yên dijî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Îraqê gotûbêj bikin.

Berpirsekî wezareta berevanîyê ya Tirkîyê ev agahî ji rojnamevanan re eşkere kir.

"Karbidestên Tirkîyê û Îraqê di Berfanbarê de li Enqerê hilcivîneke ewlehîyê dar xistibûn. Îro jî wê hilcivîneke dudya dar bixin. Ewê ser pêşxistina têgihiştineke hevbeş ya bo têkoşîna dijî terorê gotûbêj bikin."

Wezîrê derve Hakan Fîdan, yê berevanîyê Yaşar Guler û berpirsê dezgeha îstixbaratê Îbrahîm Kalin wê li Bexdayê bi hevtayên xwe yên Îraqî re di "hilcivîna ewlehîyê" de bicivin.

Enqerê operasyonên derveyî sînor yên dijî PKK ku li herêmên çiyayî yên bakurê herema Kurdistana Îraqê ne, zêde kirine û hişyarî dide ku wê destwerdaneke nû ya herêmê bike.

Heman karbidestê Tirk da zanîn ku karbidestên artêşa Tirkiyê di dawiya hefteyê de bi hevtayên xwe yên Îraqî re pêk anîne da ku tedbîrên ji bo zêdekirina ewlehiya sivîlan" li herêma ku Tirkîye lê operasyonan dike, nîqaş bikin.

Tirkîye ji 2019’an vir ve li bakurê Îraqê dijî PKK’ê operasyonên bi navê operasyoneke der-sînorî ya bi navê "Pençe-Kilît" didomîne.

PKK ku di 1984'an de dijî dewleta Tirk çek hilgirtiye, ji alîyê Tirkîyê, Amerîka û Yekîtiya Ewrupî ve wek komeke terorîst tê dîtin.

Îraq dijî operasyonên Tirkîyê nerazîbûna xwe radigihîne û dibêje ku operasyon serwerîya wê binpê dikin, lê Enqere dibêje ew sînorên xwe diparêze.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG