Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Êrîşa Rûsya ya Dijî Ukrayna û Metirsîyên Ser Rojhilata Navîn


Şerê Rûsya ya dijî Ukrayna zêdegavi bi ser binema û perensîbên navnetewi tê ditîn. Di heman demê de alozî û tirs peyda dibin ku kiryara Rûsya bo dewletên din wê bibe nimûne ku zêdegavîyan bi ser serwerîya dewletên serbixwe bikin.

Eger êrîşa Rûsya bê bersîveka cihanî bimine, dibe welatên din bi heman kirdar rabin bo nimûne Çin dijî Taywan yan Tirkîyê dijî Yunanistan yan Ermenistanê.

Bêguman rewşa Kurdan ji dikeve metirsîyê: Tirkîye bi berdawamî êrîşan dijî herêmên Kurdan li Sûrîye û Îraqê dike.

Pisporên sîyasî dûr nabînin ku Tirkîye bi berfirehî êrîşa herêmên Kurdan bike, ger cîhan Rûsya ranewestîne.

Erê, cîhan piştî şerê Rûsya careke din vegete bi serdema berî 100 salan û guhirînên nexşeya dewletan?

Erê, guhirîna sîyasetê û peywendîyên navnetewî wê di berjewendîya Kurdan yan lawazbûna Kurdan de be?

Bo şîrovekirina vê mijarê bernamê Tîrêj mêvandarîya sîrovekarê sîyasi Elî Munezemî, herwisa Dr. Hindirîn Nûman, serokê Rêxistina Kesk ya Ewrupî – Kurdistanî kir.

Tîrêj #145
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:31 0:00
XS
SM
MD
LG