Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Accessibility links

Breaking News

Pirtir Hêzên Amerîkî Ber bi Rojhilata Navîn ve Diçin


Pentagon 300 leşkerên din yên Amerîkî dişîne Rojhilata Navîn. "Ez dikarim piştrast bikim ku ew naçin Îsraîlê," General Ryder got.

Pirtir Hêzên Amerîkî Ber bi Rojhilata Navîn ve Diçin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00

Pentagon 300 leşkerên din yên Amerîkî dişîne Rojhilata Navîn. "Ez dikarim piştrast bikim ku ew naçin Îsraîlê," General Ryder got.


Berdevikê medya yê Pentagonê General Patrick Ryder, ku Fermandarê Hêzên Esmanî yên Amerîkî ye, dîyar kir ku Pentagon 300 hêzên din yên Amerîkî dişîne Herêma Fermandarîya Navendî ya Amerîka, ku Rojhilata Navîn jî di nav de ye.

"Ev hêzên zêdetir wê jibo hêzên niha li herêmê ne, derfet û têkbirina cebilxaneyên teqemenî, ragihandin û piştgirîyên din peyda bikin… Emê heremên bicîhkirina van hêzan nîqaş nekin, lê ez dikarim piştrast bikim ku ew naçin Îsraîlê û armanca wan ew e ku piştgirîyê bidin hewlên pêşgirtinê yên herêmî û bêtir xurtkirina kanînên parastina hêzên Amerîkî."

General Ryder bal kişand ku pevçûnên navbera Îsraîl û Hamasê de, ku di 7’ê Cotmehê de bi "qirkirina hovane ya sivîlên Îsraîlî" destpê kir, li herêmê bûye sedema alozîyên berfireh .

Jiber vê yekê Amerîka "hêzên zêdetir bi cîh dike da ku ji me re di rewşên cûrbecûr yên çaverênekirî de bijareyên pêdivî peyda bikin."

General Ryder got ku, “Hêzên me bi rastî jibo du tiştan li wir in: Nehêlana berfirehbûna her gurbûna pevçûneke herêmî ku kesek wê yekê naxwaze. Û tiştê duyê jî ew e ku em piştrast bikin ku jibo parastina leşkerên me yên li qadê hêz û kanînên me hene, ku jibo ewlekarîya netewî karên girîng dikin; wek erka têkbirina DAIŞ’ê, vekirî hiştina rêkên keştîyan û karkirina bi hevkarên herêmî re û li ser berevanîya esmanî û tiştên din yên bi vî rengî.”

Di hefteyên dawî de êrîşên çekdarên bi piştgirîya Îranê zêde bûne ku hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê dikin armanc, ku mîsyona wan têkbirina mayînde ya DAIŞ’ê ye.

Amerîka bi êrîşên esmanî yên di demê de li Sûrîyê bersîv da, êrîş bir ser dezgehên ku Hezên Nobedarên Şoreşa Îslamî ya Îranê û komên girêdayê wê bi kar tînin.

Êrîşên ji hêla hêzên bi piştgirîya Îranê ve, xebata koalîsyona dijî DAIŞ’ê neda sekinandin: Di 29’ê Cotmehê de, Fermandarîya Navendî ya Amerîkî ser X’ê de dîyar kir ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve, hêzên Amerîkî û hevkarên nava Koalîsyonê dijî DAIŞ’ê 15 operasyon pêk anîn û di encamê de 2 milîtan hatine kuştin û 27 jî hatin desteser kirin.

General Ryder bal kişand ku êrîşên hêzdar yên Amerîkî ji şerê Îsraîl û Hamasê cuda û serbixwe ne. Armanca êrîşan du alî ye: nehêle ku alozîyeke herêmî biqilupe şerekî herêmî û parastina hêzên Amerîkî bike.

General Ryder peyameke zelal da: "Jibo parastina hêzên xwe, emê bi berdewamî hemî tiştên hewce ne, bikin."

XS
SM
MD
LG