Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bakirhan: Em Hewil Didin li Tirkîyê Aştîyê Çêkin


Tuncer Bakirhan, Hevserokê DEM Partî
Tuncer Bakirhan, Hevserokê DEM Partî

Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got ku ew hewil didin ku li Tirkîyê aştîyê çêkin.

Bakirhan li Qersê di mîtînga hilbijartinê de dîyar kir ku têkoşîna wan jibo wekhevî û biratîyê ye.

"Li Tirkîyê ti partî bi qasî DEM Partî ne rengîn e. Me hembêz vekiriye, em bi hev re dimeşin û têkoşînê dikin."

Wî dîyar kir ku li Qersê, Azerî, Terekeme, Kurd bi hev re dijîn û got ku ger ew şaredarîya bajêr bi dest xwe xin ewê derîyên şaredarîyê jibo herkesî vekirî bin.

Bakirhan got ku DEM Partî mîna Qersê rengîn e û di wê partîyê de Suryanî, Asurî, Ereb, Kurd, Elewî hene ku ew partîya hemî gelan e.

Cîgira Serokê DEM Partî Gulîstan Kiliç Koçyîgît jî di axaftina xwe de dîyar kir ku desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ti xizmet nebiriye Qersê.

Koçyîgît, ku parlamantera Qersê ye jî, dîyar kir ku AKP 22 sal in welêt bi rêve dibe û got ku wê desthilatê li bajêr kevirek nedaye ser kevirekî.

Wê dîyar kir ku Qers bê xwedî maye û got ku bi serketina wan re ewê bajar xizmetên mezin bibîne.

Di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de li Qersê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, bi ser ketibû, lê sala 2020’an qayum dest danîbû ser bajarvanîyê.

AKP rêvebirên DEM Partî bi peywendîyên bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re tawanbar dike û dîyar dike ku ew partî li şûna ku xizmetan bike jibo parçekirina Tirkîyê xebatan dimeşîne.

XS
SM
MD
LG