Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan li Amedê DEM Partî û CHP Rexne Kirin


Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan
Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Amedê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) rexne kir.

Erdogan di mîtînga Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de got ku CHP û DEM Partî ‘’hevkarîyeke kirêt’’ dimeşînin.

‘’Li Stenbolê, li Mersînê û li hin cîhên din dîsa heman lîstikê dilîzîn. Bi navê lihevkirina di asta bajêr de tifaqeke qirêj çêkirine.’’

Wî got ku DEM Partî li şûna ku jibo Kurdan xizmetan bike, dengê wan derxistiye bazarê ku ew vê wek heqaret dibîne.

Erdogan hilbijartinên Gulana 2023’yan bi bîr xist û got ku wî li Amedê encama dixwestî bi dest nexistiye.

Serokê Tirkîyê da zanîn ku li Amedê berbijarê CHP’ê 71,5 ji sedê dengan û wî jî 28,5 ji sedê dengan sitandiye û dîyar kir ku divê ew li ser wan encaman bifikirin.

CHP û DEM Partî seba hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê ser tifaqê danûstandin kirin, lê hevkarîya wan tenê jibo Mersîn, Manîsa û Esenyurt ya Stenbolê hat ragihandin.

Di hilbijartinên 2019’an de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, li bajarên mezin yên wek Stenbolê li hember desthilata AKP’ê piştgirî dabû berbijarên CHP’ê û li gor pisporên sîyasetê di serketina wan de roleke girîng lîstibû.

Sîyasetvanên DEM Partî dibêjin stratejîya sala 2019’an êdî nameşe û dîyar dikin ku ew dixwazin li rojavayê Tirkîyê jî bi berbijarên xwe bi ser kevin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku doh Sêşemê Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu wezîrên Tirkîyê ser alîkarîyên jibo berbijarên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) rexne kir.

Îmamoglu dîyar kir ku wezîrên welêt li şûna ku li Enqerê kar bikin, li Stenbolê jibo berbijarê AKP’ê Murat Kurum xebatan dimeşînin.

Wî got "Ez bang li wezîrê navxweyî dikim: Vegere Enqerê. Ma îş û karê te tuneye? Ekrem Îmamoglu, li vir e, berbijar e."

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG