Svoboda | Graniru | BBC Russia | Golosameriki | Facebook

Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê CHP, Erdogan jiber Gotinên Wî yên li Amedê Rexne Dike


Sezgîn Tanrikulu, Parlamanterê CHPê yê Amedê
Sezgîn Tanrikulu, Parlamanterê CHPê yê Amedê

Parlamanterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jiber gotinên wî yên li Amedê bi tundî rexne kir.

Tanrikulu dîyar kir ku Erdogan li Amedê derbarê kêşêyên bajêr û pirsa Kurdî tiştek negotiye.

"Birêz Erdogan li Amedê tiştek negot. Jibo Amedê û jibo Kurdên Tirkîyê tiştek îfade nekir. Bala wî li ser hilbijartinên Stenbolê ye. Dîsa behsa Stenbolê kir."

Wî got ku jiber ku encamên hilbijartinên Amedê xerab dîyar dikin ti kes encamên hilbijartinên wî bajarî meraq nake, lê herkes meraq dike ku wê piştî hilbijartinan peyvajoyeke çawa destpê bike.

Tanrikulu dîyar kir ku qayumê ku dest danîye ser şaredarîyê zarar daye bajêr û got ku piştî axaftina Erdogan wî dîtiye ku wê tiştek neguhere û êdî şert e ku hemî hêzên demokrat dijî wî têkoşînê bikin.

Erdogan li Amedê CHP û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) rexne kiribûn û dîyar kiribû ku ew ‘’hevkarîyeke kirêt’’ dimeşînin.

Serokê Tirkîyê gotibû ku CHP û DEM Partî li bajarên mîna Mersîn û Stenbolê bi navê lihevkirina di asta bajêr de ‘’tifaqeke qirêj’’ çêkirine.

Wî got ku DEM Partî li şûna ku jibo Kurdan xizmetan bike, dengê wan derxistiye bazarê ku ew vê wek heqaret dibîne.

CHP û DEM Partî jibo hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê ser tifaqê danûstandin kirin, lê hevkarîya wan tenê jibo bajarvanîyên Mersîn, Manîsa û Esenyurt ya Stenbolê hat ragihandin.

Di hilbijartinên 2019’an de, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku wek bingeha DEM Partî tê dîtin, li bajarên mezin yên wek Stenbolê li hember desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) piştgirî dabû berbijarên CHP’ê û li gor pisporên sîyasetê di serketina wan de roleke girîng lîstibû.

DEM Partî dibêje stratejîya sala 2019’an êdî nameşe û ew dixwazin li rojavayê Tirkîyê jî serketinan bi dest xwe xin.

Li Stenbolê berbijarê CHP’ê jinûve Ekrem Îmamoglu ye, AKP bi berbijarîya Murat Kurum û DEM Partî jî bi berbijarîyên Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî diçe sindoqan.


Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG